Qerara suîqestê li Komeleya Hemwelatîyên Wekhev hat dayîn
Di îddîanameya ku di derheqê doza Aytaç Baran de hatîye amadekirin û wê li 5emîn Mehkemeya Giran a Cizayê bê dîtin de hat diyarkirin qerara suîqestê li Komeleya Hemwelatîyên Wekhev hatîye dayîn.
Parêzer Mehmet Karadagê ku li dosyaya qetilkirina Aytaç Baranê ku Serokê Yenî Îhya-Dera Diyarbekirê bû dinêre destnîşan kir berîya ku suîqest li Aytaç Baran bê kirin li Komeleya Hemwelatîyên Wekhev civîn hatîye lidarxistin. Karadag her wiha diyar kir di dosyayê de tenê hebûna navên 2 kesan tiştekî ecêb e.
Tehqîqeta ku di derheqê qetilkirina Aytaç Baranê ku Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê bû de berdewam dikir hat temamkirin. Piştî îddîanameya ku hatîye xelaskirin doz wê li 5emîn Mehkemeya Cizaya Giran di 16ê Sibata 2016an bê dîtin.
Parêzer Mehmet Karadag di derheqê dosyayê de nirxandinan kir û destnîşan kir berîya ku Aytaç Baran bê qetilkirin li Komeleya Hemwelatîyên Wekhev a Benûsenê civînek hatîye lidarxistin û di vê civînê de qerara qetilkirinê hatîye dayîn.
“Di vê dosyê de tenê 2 bersûc hene û ev jî tiştekî ecêb e”
Karadag destnîşan kir tehqîqeta ku di derbarê suîqestê de dihat kirin hatîye temamkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku îddîanameya ku hatîye temamkirin were lêkolîn kirin ew ê bê dîtin ku 2 sûcdar tenê hene.Yek ji van girtî ye yê din jî di derheqê wî de qerara girtinê hatîye dayîn. Dema ku em tevahîya bûyerê binerin, tenê hebûna 2 bersûcan tiştekî ecêb e. Lewra di dosyê de tê dîtin ku sûîqest bi şiklekî orgîneze û plan û her wiha bi şiklekî berfireh tê xuyakirin ku hatîye kirin. Dema ku li vîdyoyên bûyerê bê nihertin û her wiha li îfadeya bersûcên mexfî jî bê nihertin wê bê dîtin ku çend kesên din jî tevlî bûyerê bûne. Ev kes daxilî îddîanameyê nekirin. Em vî tiştî kêmasîya hiqûqê dihesibînin. Bi heman awayî her çiqas di vîdyoyên doza Yasîn de hinek şexsên din jî hebûn ew jî daxilî îddîanamê nehatibûn kirin.”
“Li gor me gelek kêmasîyên vê lêpirsîna ku hatîye kirin û îddîanameya ku hatîye temamkirin hene”
Karadag di derbarê lêkolîn û îddîanamê de balan kişande li ser kêmasîyan û axavtina xwe wiha domand: “ Divîyabû di vê lêpirsînê de kesên ku vê suîqestê plan kirine û yên ku vê sûîqestê kirine bi şiklekî hurgulî hatibana vekolîn kirin.Lê belê ev tişt nehat kirin. Ji ber vê yekê li gor me kêmasî di vê lêkolîn û îddîanameyê de hene.”
“Li gor îddîanamê navnîşanên kesên ku êrîşê li dar xistine diyar e”
Karadag destnîşan kir ev bûyer ne bûyerekî ji rêzê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên ku di vê êrîşê de cî girtinê ne kesên ji rêzê ne. Di dosyayê de tê diyarkirin êrîş ji teref rêxistina terorê ve hatîye lidarxistin. Di îddîanamê de her wiha tê diyarkirin ku berî ku suîqest bê kirin li Komeleya Hemwelatîyên Wekhev civînek hatîye lidarxistin û qerara sûîqestê di vê civînê de hatîye dayîn. Her wiha dîmen û îfadeyên bersûcê mexfî di holê de ne. Dema ev tişt tevde werin nirxandin wê demê sûîqest ji teref kî ve hatîye kirin derdikeve holê.
Di encama lêpirsîna ku hat kirin de şahidê mexfî yê bi navê ‘Mermer’ di îddîanamê de destnîşan kir ku êrîş ji teref kesên ku di nava PKKê de fealîyetan dikin ve hatîye kirin û qerara vê suîqesta ku hatîye kirin berîya êrîşê heftîyekê di civîna ku Komeleya Hemwelatîyên Wekhev hatîye li darxistin hatîye dayîn.
Di îddîanamê de kesê şahide mexfî yê bi navê ‘Mermer’ her wiha di derbarê bûyerê de wiha nîşan kir: “3 kesên PKKyî ji serê çiyan hatin û tevlî vê civînê bûn.Navên kesên ku beşdarî civînê bûbûn ev bûn: Fîraz, Perçe , Mehmet, Ahmed, Diyadîn û Baran bû û ev kes PKKyî bûn. Piştî civînê kesê bi navê Fîraz li cihê suîqestê derketibû keşfê ku piştî êrîşê di destê wî de sileh û di serê wî de şebqê hebû û direvîya. Min wî dît.”
Her weke ku tê zanîn Aytaç Baran Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê bû. Her wiha bavê 4 zaroka bû. Aytaç Baran piştî hilbijartibên 7ê hezîranê 2 rojan li nêzî mala xwe êrîşeke çekdarî lê hatibû kirin û di êrîşê de hatibû qetilkirin.(ÎLKHA)