• DOLAR 32.349
  • EURO 35.124
  • ALTIN 2303.182
  • ...
"Bila Hizbûllahî ji nû ve bên darizandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di salên 90î de bi taybetî jî di pêvajoya 28ê Sibatê de bi awayekî neheqî bi hezaran kesên xwedî nasnameya Îslamî hatin girtin û ev  bû çend sal ku  di hepsan de ne. Malbatên mehkûman ji bo ev mexdûrîyeta mehkûm û malbatan were bi dawî kirin destnîşan kirin ku divê tavilê rêya ji nû darizandinê were vekirin û bi awayekî adîl werin darizandin.

Yûsûf Salûr, îfade dike ku kurê wî Mûrat Salûr di sala 1994an de hê dema xwendekarê zanîngehê bû xistin bin çavan û di binê îşkenceyan de belge pê dan îmzekirin, li gorî belgeyên ku bi hukmê zorê pê dan îmzekirin jî cezayê muebbetê lê birîn. Yûsûf Salûr da zanîn ku çima kurê wî oldar û bawermend bû bi neheqî xistin hepsê.

Bav Salûr, bibîr xist ku kesên di dozên KCK, Balyoz û Ergenkonê de ji nû ve hatin darizandin û yek bi yek hatin tehlîyekirin û weha li axavtina xwe zêde kir: “Kurê min ev bû 22 sal di hepsê de ye. Lawê min di salên 90î de bi bihaneyên bêbinî û sapandinên neheqî avêtin hepsê. Mûrat, ji ber nasnameya wî ya Îslamî hedef hat nîşandan û bû 22 sal di hepsê de ye. Hêvî û daxwaza me ev e ku lawê min yê ku bi neheqî di salên 90î de hat girtin û ev 22 sal e di hepsê de ye ji nû ve were darizandin. Kesên ji dozên KCK, Balyoz û Ergenekonê ji nû ve hatin darizandin û yek bi yek hatin tehlîye kirin. Em ji hukûmetê hêvî dikin ku bila ji bona  zaryên me yên ku bi neheqî di hepsan de dimînin pêşîya ji nû ve darizandinê were vekirin.”

Dêya Mûrat Salûr, Hanim Salûr  jî anî ziman ku ev 22 sale ji lawê xwe dûr dijî, her roj êş û elemê dikêşîne û li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku dertêm sûkê û di xeyalê xwe de carna dibêjim; xwezî Mûradê min ji hember de ber bi min bihata. Dinya li Mûradên min kirin zîndan, înşallah li axretê dê rêya wî rohnî û vekirî be. Ciwanî û xortanîya kurê min zîyan kirin. Dema kurê min ket hepsê 20 salî bû, niha 42 salî ye. Ji vê temenê û şûnda lawê min serbest bê berdan jî ma wê çi tamê ji heyata xwe bike.”

Malbata Hatîp Aslanê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev bû 14 sal di hepsê de ye dest nîşan kirin ku lawê wan bi neheqî girtine û di bin îşkenceyê de belge pê dane îmzekirin, bi awayekî zilmî û neheqî avêtine hepsê.

“Ev çawa edalet e?”

Bavê Hatîp Aslan, Mehmet Aslan wiha peyivî: “ Belgeya ku di bin îşkenceyê de  bi lawê min dabûn îmze kirin delîl nîşan dabûn û ciza li lawê min birîn. Tu sûcê lawê min tune ye. Kesên ji Balyoz û Ergenekonê hatibûn girtin hatin tehlîyekirin.Lê belê kurê min hê jî di hepsê de ye. Ev çawa edalet e? Ew edaleta ku ji wan re tên xebitandin bila ji lawê me re jî were xebitandin. Bila lawê min ê ku ji ber belgeyên ku di bin îşkenceyan de pê hatiye îmze kirin  ji nû ve were darizandin, wê demê dê xuya bibe ku lawê min bê sûc û zerar e.”

Dê, Fatma Aslan jî weha got: “Mîn heta niha tu xeletîyên kurê xwe nedîtiye. Sûcê lawê me tune ye. Kesên ji dozên Balyoz û Ergenekonê di hebsê de bûn hatin serbestberdan. Çima gelo lawê min hê di hepsê de ye? Ger kurê min ji nû ve were darizandin dê were serbestberdan. Ma ne tenê kurê min, ê weke kurê min bê sûc û zerar bi sedan kes di hepsan de ne. Em wek malbatên wan daxwaza ji nû ve darizandina wan dikin û bila ev cezayên derqanûnî werin rakirin.”

“Kesên bazirganî û tîcareta narkotîkê dikin bi awayekî serbest li derva digerin, kurê min jî di hepsê de ye û  girtîye.”

Zekîye Mîrzaoglûya ku dêya Yahya Mîrzaoglûyê ku ji ber doza Îslamî ev bû 23 sal di hepsê de ye îfade kir ku ji hesreta kurê xwe dişewite û weha li axaftina xwe zêde kir: “Kurê min ev bû 23 sal di hepsê de ye. Ez û peyê xwe em edî îxtîyar bûne , bila kurê me serbest berdin. Zilamê min bi nexweşîya şekirê, ez jî bi ya qansêrê me. Kurê min Yahya, mislimanekî wiha ye ku  tu car Qur’ana wî ji destê wî neketîye. Însanên ku bazirganîya narkotîkê dikin, însanan dikujin li derva azad û serbest digerin. Çima kurê min û mislimanên wekî wî nayên serbestberdan. Ez û bavê wî em dixwazin ku berîya mirina xwe lawê xwe Yahya bibînin.”

“Sûcên ku avêtin stuyê kurê min tev senaryoyê emnîyetê bûn.”

Bavê Mistefa Sevîm yê ku ji sala 1994an û heta niha hejî di hepsê de ye, Mûhemmed Sevîm, weha behs û qala wê demê kir: “Sûcên ku îsnadî kurê min dike bêbinî û bêdelîlin. Lawê min di bin îşkenceyê de bi awayekî çavê wî girêdayî belge pêdan îmze kirin û bi vê belgeyê jî ceza lê birîn. Sûcên ku îsnadî kurê min dike tev senaryoyên emnîyetê ye. Bila van ciwanên misliman serbest berdin. Em dixwazin ev ciwanên me verin serbest berdan. Gelek mehkûmên ku di hepsê de ne dê û bavê wan wefat kirin. Em jî kurê xwe nabînin û em ê bimrin. Tu sûcê wan jî tune ye.

 “Ez dixwazin kurê min were serbest berdan”

Bav Sevîm, behsa îşkenceyên ku li lawê wî hatiye kirin jî kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îşkenceyên wusa kirin ku eqlê mirov nagihêje. Di nava wan îşkenceyan de meriv wê kuştina dê û bavê xwe jî bigre ser xwe. Hetta di wê dewrê de di bin wan îşkenceyan de hin jê şehîd bûn. Di wê dewrê de serdozgerek hebû. Xwe wek Yarbay dida nasîn û li zaryên me îşkence dikir. Kurê min got ku dikare wî serdozgerê ku îşkence li wan dikir nîşan bide. Encax kesî guh neda wî. Lê belê Xweda ji wî serdozgerî  re nehişt û bi tevlî malbata xwe qezayeke trafîkê derbas kirin û mirin. Ez niha daxwaz dikim ku bila kurê min ji nû ve were mehkemekirin. Ez ji bo lawê xwe daxwaza efwê dikim; lewra tu sûcê kurê min tune ye. Ez bawer dikim ku ger ji nû ve were darizandin ew dê serbest were berdan. Lewra tu sûcê wan tune ye.”(İLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir