Li Geverê pevçûn: 2 mirî
Li Gevera Colemêrgê di dema tîje kirina hendek û rakirina barîqatan de di nabeyna PKKyîyan û polêsan de pevçûn derket. Di encama pevçûnê da 2 kes mir.
Li Navçeya Geverê Colemêrgê li Taxa Cumhurîyetê ji bo ku hendek werin tîje kirin û barîqat werin rakirin polêsan operasyon kir. Hat ragihandin ku li vir di nabeyna polês û PKKyîyan de şer derket. Di şerê ku derket de 2 kes mir.
Gor agahîyên ku hatinê bi dest xistin li Taxa Cumhurîyeta Geverê di nabeyna polês û PKKyîyan de şer derket. Di şerê ku derket de kesên bi navên Çetîn D. û Dogan D. yên ku di şerê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat diyarkirin ku her dû kes jî li nexweşxanê mirine.(ÎLKHA)