Li Nisêbînê li dijî PKKê operasyon: 6 binçavî
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî PKKê ji teref ekîbên cendirmeyan ve operasyon hat kirin. Di operasyona ku hat kirin de 6 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahîyên hatine bidestxistin li navçeya Nisêbînê ji teref cendirmeyan ve li taxa Akarsuyê operasyon hat kirin.
Di operasyona ku hat kirin de kesên bi navê Sîdar A., Saît O., Sultan A., Serkan A., Hamza E., û Adil A. hatin binçavkirin. Hat hînbûn kesên ku hatine binçavkirin birin Fermandarîya Cendirmeyan a Bajêra Mêrdînê.(ÎLKHA)