Ensarîoglu: "Hinek kes mafê jiyanê nadin wan kesên ku ne ji wan bin"
Parlementerên AK Partîyê yên Diyarbekirê di derbarê encamên hilbijartinan de nirxandinan kirin û destnîşan kirin hinek kes heqê jiyanê nadin wan kesên ku ne ji wan bin û ew kes siyaseteke bi vî awayî didomînin.
Parlementerên AK Partîyê yên Diyarbekirê Ebubekîr Bal û Galîp Ensarîoglu di avahîya Serokatîya Bajêr a Diyarbekirê ya AK Partîyê de bi endamên çapemenîyê re hatin ba hev û encamên hilbijartinan nirxandin.
Parlementer Galîp Ensarîoglu di derbarê mijarê de wiha axaivî: “Weke ku hûn jî dizanin him ji nava welêt him jî ji derveyî welêt xwestin ku planên kaosê bi rê ve bibin.Komên îxanetkar tevde li dijî AK Partîyê tevde bûbûn yek. Ji bona pêşeroj û îstîqrara Tirkîyê êrîşên cîddî hatin kirin. Em di rewşeke wiha de ketin hilbijartinan.”
Ensarîoglu di derbarê hilbijartinên 7ê hezîranê de jî destnîşan kir ku wan peyama ku xelkê di hilbijartinên 7ê hezîranê de dabû wan baş fêmkirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di van hilbijartinan de xelk peyamek da me. Di vê peyamê de hat nîşandan xelkê heremê xwerêvebirin û pevçûnan naxwaze. Ev xwestek jî ji tewra siyasîyan re îtîrazek e.”
Ensarîoglu di dawîya axavtina xwe de wiha diyar kir: “Ew kesên ku lefza aşîtî û demokrasîyê ji ser zimanên xwe kêm nakin , li vê heremê her tim hewl dan da ku xelkê heremê bikin wek xwe. Ji ber vê yekê ew kes heqê jiyanê nadin kesên ku ne ji wan bin. Ew kes dixwazin hemû kesî bixin wek xwe, her wiha di dema hilbijartinan de mudaxeleyî îradeya xelkê kirin. Li gelek sindoqan ne li gor qanûnan ray bi kar anîn. Me vî tiştî bi kamerayan tesbît kir. Li gelek navçeyan di şûna kesên ku hatine sindoqê û di şûna kesên ku nehatine sindoqê ray bi kar anîne.Em ê di derbarê vê mijarê de îtîrazên xwe ji kesên rayedar re bibêjin.”
Serokê Bajêr a Diyarbekirê yê AK Partîyê Muhammed Akar jî di derbarê encamên hilbijartinan de destnîşan kir wan di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xistine û ji kesên ku ji vê serkeftinê re bûne wesîle re teşekkur kir.(ÎLKHA)