Li Diyarbekirê qeza:2 mirî 7 birîndar
Li navçeya Bismila Diyarbekirê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li Bismilê, wesayît û otomobîlek li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 jê zarok tevde 7 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin otomobîla bi plakaya 09 SP 313 ê ku ajokarê wê Ahmet Adibelî bû dema ku ji Êlihê diçû Diyarbekirê, bi Jeepa bi plakaya 42 AE 911 ê ku ajokarê wê Sabahattîn Durmaz bû re li hev qelibîn. Qeza li nêzî mewqîya Karakopruyê pêk hat.
Di qezayê de Ahmet Adibelî(59) û hevsera wî Fahrîye Adibelî(59) li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dan. Kesên bi navê Zeynep Adibelî, Sebahattîn Usanmaz(35), Yusuf Usanmaz(1), Serdar Usanmaz(27), Alî Usanmaz(22) û Fatma Usanmaz(23) birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.(ÎLKHA)