• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Serokwezîr Davutoglu: Di vê hilbijartinê de gelê me qezenc kirîye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Ahmet Davutoglu, li Navenda Giştî ya AKPê axavtina şaneşînê ku bûye kevneşopî kir.

 “Di vê hilbijartinê de gelê me qezenc kirîye”

Davûtoglu di axavtina xwe ya şaneşînê de wiha axivî: “ Mafên herkesî di bin ewlehîyê de ye. Dê mafê 78  mîlyon însan were mîhafeze kirin. Tirkîye dê qewîtir bibe. Ez ji hilbijêrên me yên din re jî silavên xwe dişînim.”

Serokwezîr Davutoglu axavtina xwe wiha domand: “ Fikra kî  çi dibe bila bibe renge wî, mezheba wî û qewmê wî çi dibe bila bibe di van 4 salên pêşîya me de wê mafên xelkê me bi her wechê were mihafeze kirin.”

“Ji bo mekaqanûna siwîl û azad em dest bidin hev”

Serokwezîr Davûtoglu dîyarkir ku di vê hilbijartinê de nêzê 4 mîlyon ray zêde sitand û em bûn îqtîdar û axavtina xwe wiha domand: “ Îro sîyaseta Tirkîyê qezenc kirîye. Êdî qiweta xwe ji bo mafên Tirkîyê bi kar bînin. Ji bo hizûr û aşitîya vê welatî bila herkes milê xwe bide jor. Ji bo makzagona siwîl û azad em dest bidin hev.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir