Li Rihayê di navbera gundî û komek HDPyî de pevçûn derket
Li gundê Akyaziya ku 40 kîlometre dûrî navenda Rihayê ye di navbera gundî û komek HDPyî de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de 7 kes birîndar bûn.
Li gundê Akyaziya ku girêdaye navçeya Xelîlîyeya Rihayê ye di navbera gundîyan û komek HDPyî de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 7 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di derdora seat 05.00an de komek HDPyî hatin gundê Akyaziyê û ji gundîyan pirsa muxtarê gund Hadî Kirboga kirin. HDPyîyên ku bi muxtar re hevdîtin kirin û pişt re di navbera gundîyan û HDPyîyan de nîqaş derket. Ji ber nîqaş û pevçûna ku derket gundîyan kesên HDPyî ji gund derxistin.
Piştî nîqaş û pevçûnan vêca di derdora seat 10.00an de di nav wan de parêzer jî hebûn tevde 7 wesayît ên ku HDPyî tê de bûn hatin gund. Nîqaşa ku di navbera gundî û HDPyîyan de destpêkiribû di demeke şûn de bû pevçûn. Di bûyera ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn. Xelkê gund destnîşan kirin ku kesên HDPyî xwestine mudaxeleyî sindoqan bikin.
Piştî pevçûnê kesên HDPyî gund terk kirin.(ÎLKHA)