Li Cizîrê HDPyîyan di şûna xelkê de ray avêtin
Hat ragihandin li navçeya Cizîra Şernexê kesên HDPyî yên ku li ser sindoqan wezîfedar in di şûna xelkê de ray avêtin.
Hat diyarkirin muşahîd û wezîfedarên sindoqan ên HDPyî li Taxên Cudî , Yafes, Nûr û Şahê di şûna hilbijêran de ray avêtin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Yafesê di sindoqa 1154an de kesên HDPyî ên ku muşahîdîyê dikirin di şûna hilbijêran de ray avêtin. Bi heman awayî hat diyarkirin li Taxa Şahê li Dibistana Ataturkê di sindoqa 1057an de jî dîsa kesên HDPyî yên muşahîd bûn di şûna hilbijêran de ray avêtin.
Hilbijêrên ku ji bo avêtina rayên xwe çûne mektebê, dîtin ku rayên wan hatine avêtin. Ji ber vê yekê ji rewşê re bertek nîşan dan û cardin rayên xwe avêtin. Hat ragihandin heta niha li dibistanên cuda jî di şûna hilbijêrên din de jî ray hatine avêtin.
Her wiha hat destnîşankirin li Taxa Cudîyê li Mekteba Ehmedê Xanî di sindoqa 1049an de ray bi şiklekî eşkere hatin avêtin. Her wiha li Taxa Nûrê jî di sindoqên 1118 û 1119an de muşahidên HDP digel hilbijêran derbasî pişta perdê bûne û zextan li hilbijêran kirin.(ÎLKHA)