• DOLAR 32.602
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2509.358
  • ...
Tu kes li me  xwedî dernakeve
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelk û esnafên Sûra Diyarbekirê yên ku zirarê ji pevçûnan dîtibûn destnîşan kirin ku tu kes li wan xwedî derneketiye û zirarên ku ji şer dîtine nehatiye têr kirin. Ji ber vê yekê ew pir mexdûr bûne.

Li Navçeya Sûr a Navenda Diyarbekirê ji ber bûyerên tûndî yên ku qewimîne xelk zirarên pir mezin jê dîtine û hê jî dema ku derdikevin derve ditirsin. Ji aliyek din ve destnîşan kirin ku tu kes xwedî li wan dernakeve û zirarên ku dîtine nehatiye têr kirin. Ji ber vê yekê bertek nîşan dan.

Ji  nişteciyên navçeyê, Kadrî Akkum diyar kir ku piştî bûyerên ku qewimîn tu rêvebirên Şaredariya Amedê ya Mezin wan ziyaret nekirine. Ji Baroya Enqerê hatin li virê; lê tu kesên ku endamê baroya Amedê ne nehatin û  me ziyaret nekirin. Aboriya gel ji bo girtina parêzeran tune ye, mafê wan jî tune ye. Nîyeta tu kesî jî tune ku bê me ziyaret bike. Ji Ewrupayê hemû endamên çapemeniyê hatin vir. Pirsgirêkên gel guhdar kirin. Lê şarederiya ku li cem me ye nehat me ziyaret nekir. Camên me şikestine, dîwarên me hatine  texrîbkirin. Tu rêvebir me ziyaret nekirin û pirsgirêkên me guhdar nekirin.

Bila dev ji birîna hukmê û ji kirina şovê  berdin

Akkum diyar kir ku  bila mexduriyeta vê xelkê were têr kirin. Gel êdî ji vir hêdî hêdî koç dikin û axavtina xwe wiha domand: “ Ji xwe gel ji van şeran mexdur dibe û bi ser de  koçberî jî xelkê bi timametî mexdûr dike. Em ji vir bang li rayedaran dikin,bi taybetî jî li walîlîk û Şarederiya  Mezin a Amedê. Bila werin vê mexdûrîyetê bibînin. Berî ve 15 rojan  Şarederiya Amedê soza çêkirina şebakên me da; lê belê hê jî çênekirine. Bila werin welatîyan guhdar bikin û bi  pirsgirêkên wan re eleqedar bibin. Bila ji dûr ve ji dev hukim birînê û ji kirina şovê berdin. Ev xelk çi dixwaze û derdê wan çîye bila bibînin.Li vir  bi rojan pevçûn û qedexaya derketina sikaka çêbûn,mirov mexdûr bûn. Daxwaziya vî xelkî ev e ku kêlîkê berî kêlîkê  mexdûriyata me were dîtin.”

“Zilamê min wefat kiriye û ji bo ku qeweta min jî nîne ez nikarim şebakên xwe lê xim”

Niştecîke taxê Mehdîye Çelîk jî wiha got: Tu kesî  arîkarî bi me re nekir. Di pevçûnê de ez ne li malê bûm, ez çûbûm gund. Wexta ez vegerîyam jî min mala xwe xirabûyî dît. Pênc zarokên min hene û zilamê min jî wefat kiriye.Qeweta min nîne ku ez şebakê xwe lêxim  û tu kesî jî arîkarî bi me re nekir.”

“Birîna xwe em bixwe derman dikin lê belê qeweta me nagihîyê”

Hûseyîn Karaer jî wiha axift: “Bi sedema pevçûnan  bi rojan em li mezela xwe nikarîbûn rakevin,em li salonê radiketin. Bûka min  di van pevçûnan de ji bo ku gelekî tirsîya çû Enqerê, ba mala bavê xwe. Hinek fîşek jî ketin hindirû û weke ku hun jî dibînin li wêneyê bi dîwar  û li televizyonê ketine. Xisara me gelek e û tu kes jî arîkariyê bi me re nake, Qeweta me jî nîne.”

“Me li vê derê tenê hiştin”

Ji nîştecihên navçê Mehmet Gezgîncî jî di derbarê maxdûrbûna xelkê de wiha xeber da:  Derûnîya zorêkê me xirabû,li pêşiya mala me xendeq hatibûn kolandin. Barîqet li sikaka hatibûn çêkirin,ji bo xirakirina van barîqetan hêzên ewlehîyê top diavêtin wana,perçên keviran diketin serê banê me. Bi zarokên xwe re em ketin odeyeke ku li  dawîyê  û bi seata em di wir de man.Zarokên min gelekî ditirsîyan. Li vê derê em tenê hiştin û ji rayedaran jî tu kes li me xwedî derneket. Ji hilbijartnê re 2 roj man.Ji bo gelên xwe, em ya bixêr dixwazin û hevî dikin ku piştî hilbijartinê dîsa ev bûyer neqewimin û mirov mexdûr nebin.”(ÎLKHA)

 

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir