• DOLAR 32.387
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2326.31
  • ...
 Heqareta ku li Pêxemberî hatîye kirin nayê qebûl kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîyên Civakî yên  Sivîl ên ku li Wanê karûbarên  xwe bi rêve dibin ji bo karîkatûra ku ji teref şaredariya Yenîşehîrê ve hatibû  daliqandin ve   bertekek tûnd li nişan da.

Serokê Cemîyeta Mustez’efan a Şaxa Wanê Recep Karabulak, Serokê Genç-Derê Firat Toprak, Nûnerê Wanê ya Heraketa Nûjen a Însan (İMH) M. Garîp Cesûr û Serokê Îsra-Derê Erdal Tunç dest nîşan kirin ku ev  heqaret,  provoqasyonek pir mezin e û ev yek di ser guh re nayê avêtin Ev tinazê xwe bi me dikin

Serokê Cemîyeta Mustez’efan a Şaxa Amedê Recep Karabulak, her wiha dest nîşan kir ku dijminên Îslamiyetê hertim heqaretan li muqeddesatên mislimanan dikin û dûvre gor bertekên însanan hereket dikin. Şarederîya ku îro heqaretênn li pîroziyên me kirin e ji xwe diyarin. Dijmintiiya wan hertim bi misiliman û Îslamiyetê re heye. Dema ku kêsa wan lê bê heqaretan dikin. Dema ku mirov bala xwe dide li ser mirov baş dizane ku ev paletiya hişmendiya Kemalîst dikin û ev yek bi pergal didome. Li gor bertekên gel karên xwe didomînin. Heke gel bertek bide dibêjin ev yek bi çewtî qewimiye. Gelê me ya misiliman pêwîst e ke ev heqaretên ku li namus, jin, kitêb û pêxember hatine kirin bibînin. Ev hişmendîya ku ziman dirêjê mıqeddesatên me dikin werin dîtin. Em hezkirina xwe ya ji bo pêxemberê Xweda wiha bînin cî.

"Ev heqaret bi yek lêborînê re nayê qebûl kırın"

Serokê Genç-Derê Firat Toprak jî, dest nîşan kir ku ev heqaret bi yek lêborînê re nayê qebûl kirin û ev helwest ji dijmintiya Îslamiyetê zêdeyê tu tişt nîne. Ji berk u ew hişmendî hertim heqaretê li qudsiyeta misilmanan dike mirov nikare bibêje ku ev yek jî bi xelet pêk hat.

Toprak, diyar kir ku ev karîkatûr bû sedema îfsadê û pêwîst e ku misilman li dijê îfsadê peywira xwe pêk bîne.

"Ev êrîş, hewl daneke ku gelê misliman ji îslamiyetê dûr bixin"

Serokê Îsra-Derê Erdal Tunç jî dest nîşankir ku pêşan dana ev karîkatûra bi heqaret wek bîrdar li Diyarbekira Bajarê Sehabeyan  hat li dar xistin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Karîkatûr, dide nîşan ku Şarederiya Yenîşehîra Amedê ji Pêxember û Îslamê nerihetin. Armanca vê yekê ya bingehîn eve ku hewl didin ku xelkê Kurd ji îslamiyetê dûr bixin. Lê protestoyên ku her derê herêm tê li darxistin dide nîşan ku xelkê Kurd ji vê karîkatûrê aciz bûne. Jê cûda herkes dît ku Şaredariya Yenîşehîra Amedê ne gihişt armanca xwe.”

Nûnerê Wanê ya Heraketa Nûjen a Însan (İMH) M. Garîp Cesûr jî helwesta Şarederiya Yenîşehîra Amedê bi şiklek tûnd şermezar kir û wiha domand : “Şaredariya Yenîşehîra Diyarbekirê, kesên ku pêxemberême karîkatûrîze dike ji xwe re mînak hildide. Şaredariya Yenîşehîra Diyarbekirê ya ku mişrîkan ji xwe re mînak hildide ez li vir şermezar dikim. Ev yek bi tu wechê nayê qebûl kirin. Hewla wan ewe ku gel îfsad bikin. Muminên ku pêxemberê xwe ji canê xwe zêdetir hez dikin tu wext wê yekê qebûl nekin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir