• DOLAR 32.488
  • EURO 34.762
  • ALTIN 2488.897
  • ...
Hûrgilîyên cînayeta Nisêbînê eşkere dibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Odaya Ziraatê Medenî Konak ê ku êrîşa çekdarî lê hat kirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.

Duh di derdora seat 14.30an de li Taxa Yenî Turanê êrîşa çekdarî li Arîkarê Serokê Odaya Ziraatê Medenî Konak hat kirin.Hat hînbûn Medenî Konekê ku di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest daye berî niha ji  teref kesên PKKyî ve hatîye tehdîdkirin.

Hat îddîakirin Arîkarê Serokê Odaya Ziraatê Medenî Konak ji teref PKKê ve çendîn car  hatîye tehdîdkirin da ku ji karê xwe îstîfa bike. Konak ji ber ku serê xwe li ber vê daxwazê  netewandiye çendîn car ji teref PKKê ve hatîye tehdîdkirin.

Her wiha peyama ku ji teref Konak ve li ser medyaya civakî hatîye weşandin jî balan kişande li ser xwe. Hat dîtin ku Konak di peyama xwe ya herî dawî de wiha gotîye: “Ya Rebbî! Tu vê dînê pîroz muhafize bike.Tu firsedê nedî wan kesên mîna marksîst û lenîst û kesên ku  dixwazin dînê Te ji holê rakin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir