• DOLAR 32.367
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.233
  • ...
Li Mêrdînê mal û dikan di bin avê de man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Giştê welêt, di bin tesîra şilîya bişîdet de ma. Duh êvarî li Artukluya navçeya Mêrdînê barana tund barîya. Ji ber barîna baranê li navçê gelek mal û kargeh di bin avê de man.

Di dema barîna baranê de rogar xitimîn û cadeyên navçê bûn mîna golê. Hemwelatîyan ji rewşê re bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku binsazîya bajêr nesexlam e û ev dîmên her sal dubare dikin.

Hemwelatîyên ku malên wan di bin avê de mane ji rewşê re bertekdar in

Azîze Mollaya ku li taxa 13 Marta Artukluya Mêrdînê dijî ji ber ku mala wê di bin avê de maye destnîşan kir ku temamên alav û firakên mala wê zerer dîtine û wiha li axavtina xwe zêde kir: Em li vê derê dergevan in. Tu kesî me tune ye. Em li vê derê perîşan bûn. Lawê min nexweş e.Bi nexweşîya qenserê ketîye. Niha wê kî li me xwedî derkeve. Li vê dinê tu tiştê min nema , hemû di bin avê de man. Em ê îşev di vê malê de çawa bimînin, 4 lawê min hene.Bila dewlet li me xwedî derkeve.”

 “Nesîbdar bûna ji bereketa baranê pir xweş e”

A.Kadîr Urunduyê ku hemwelatîyê navçê ye destnîşan kir her çiqas binsazî kêm be jî baraneke pir bi bereket barîya û barîna vê baranê wî kêfxweş kiriye. Urundu destnîşan kir ku gelek mal û kargeh di bin avê de mane; lê belê ditîna barîna baranê û nasîbdarbûna ji bereketa baranê tiştekî girîng e.(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir