• DOLAR 32.376
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2325.65
  • ...
"Armancake van tenê heye ku dixwazin kurdan ji îslamîyetê dûr bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tête zanîn berî vê çend rojan li Diyarbekirê ji teref Şaredarîya Yenîşehîr a DBPyî ve karîkaturên ku tê de heqaret li Hz. Pêxember dihat kirin bi bîlbordên bajêr hatibûn daliqandin. Ji  ber daliqandina van karîkaturan ji şaredarîya DBPyî re bertek hê jî didomin. Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Enver Kiliçarslan di derbarê kesên ku wan karîkaturan daliqandinê de destnîşan kir ku armanca wan kesan ji îslamê dûrkirina kurdan e.

Kiliçarslan destnîşan kir ku bi hatine Hz. Muhammed(r.x.l) însanetî ji çiravê xelas bûye û ji nû ve jîn bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku Hz. Muhammed hat ji însanan re wateya însanetîyê hîn kir.Heta xiristîyan jî Hz. Muhammed serokekî mezin qebûl dikin; lê belê ev fikra komînîzmê temamên dînên semawî û pêxemberan înkar dike.”

 “Ji bona ku milletê kurd ji îslamê dûr bikin PKK/HDP derxistin holê”

Kiliçarslan destnîşan kir ev fikra komînîzmê ya ku kesên PKK/HDPyî wê diparezin, kufra mutleq e û axavtina xwe wiha domand: “ Di komunîzmê de temamên erkanên îslamê û temamên manewîyatê tê înkarkirin. Ev jî kufra herî mezin e. Dema ku îslamîyet  hate vê heremê kurd bi sahabîyan re şer mekirin, ji dil û bi şiklekî dildar îslamîyetê qebûl kirin. Her çi qas heta îro dewleta kurdan tunebe jî bi şiklekî herî delal û xweşik îslamê jiyan û bi îslamê eleqedar bûne.Kurd şexsîyetên mîna Şêx Seîd, Bedîuzzaman, Selahaddînê Eyyubî xwedî kirine û wan gihandine. Weke ku tê zanîn îro li dinyayê yahudî û xirîstîyan dixwazin bibin hakimê dinyayê. Ev kes ji bona milletê kurd ji îslamê dûr bikin PKK/HDP yê ku xwedîyê fikra komunîzmeyê derxistin holê.”

 “Heta îro tu kes bi qasî zihnîyeta PKK/HDPê zilm li kurdan nekir”

Kiliçarslan di derbarê HDP/PKKê de destnîşan kir ku ew bi îddîaya xwedîderketina li kurdan derketine holê, lê belê bi bawerîya kurdan şer dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK/HDP bi îddîaya ji bona kurdan kirina xizmetê derketin holê. Lê belê ew di nava kurdan de ne  heya ne  dîn ne terbîye ne jî edep hiştîye. Ji ber van kesan kurd bi dilekî rehet nikarin biçin derekî. Exlebeyên kurdan ji ber PKKyê ku xwedîyê fikrê komunîzmeyê mal û milkên xwe difiroşin û van deran terk dikin.  Heta niha him di warê maddî û him jî di warê manewî de tu kes bi qasî PKK/HDPê zilm li kurdan nekirîye.”

 “ Heger ev kes başîya kurdan xwestibana ji qedr û qiymet û rûmetên kurdan re heqaret nedikirin”

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku zihnîyeta PKK/HDPê hewl dide da ku xort û qîzên kurdan ji dîn dûr bike û axavtina xwe wiha domand: “Bi qasî kurdan dîndar tu kes tune bû. Lê belê bi vê fikra kominîzmê PKK/HDP bi sedhezaran xort û qîzên kurdan ji dîn dûr kir û wan bêdîn kirin.Ji Xwedê Teala ji qiyametê û ji pêxemberan bawer nakin. Li ser rûyê erdê bi qasî jinên kurdan bi heya û bi terbîye hema hema tu kes tune bû. Lê belê jinên kurdan niha têxistin rewşekî wiha ku di nava wan de ne heya ne edep ne jî terbîye hiştin. Ew kes hewl didin da ku di nava milletê kurd de zîna û fuhşê bikin wek adetekî.Ew heqareta ku li Danîmarkayê li pêxemberê me hat kirin heta ji teref xirîstîyan ve jî nehat qebûlkirin. Heger ew şexs û partîyên xwedîyê fikra komunîzmê başîya kurdan xwestibana heqaret li rûmetên kurdan û  ji tiştên ku kurd qiymet didane re heqaret nedikirin.”

 “Bila tu carî zen nekin ku Hz. Muhammed bêxwedî ye”

Kiliçarslan destnîşan kir ku heqareta  herî mezin a ku wê li kurdan bê kirin heqareta ku li Hz. Pêxember bê kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Milletê kurd dîndar e. Kurd, ji bona pêxemberê xwe can û malên xwe û ewladên xwe di rêya Xwedê de feda dikin.Bila ew kes tu carî zen nekin ku ev millet wê terka pêxemberê xwe bike û ew ê li hemberî heqareta ku li pêxember bê kirin bêdeng bimîne. Ev kes car cara êrîşî muqaddesatan kurdan dikin û vî milletî diceribînin. Lê belê hemd ji Xwedê re ku misliman û camîayên îslamî li pêxember,dîn û muqaddesatên xwe xwedî derdikevin.Bila ew kes tu carî zen nekin ku Hz. Muhammed(r.x.l) bêxwedî ye.”

 “ Ji dijmintîyê pê ve  tu xizmet ji vî milletî re nekirine”

Kiliçarslan destnîşan kir ku ew kesên ku van karîkaturan daliqandine ne dostê vî milletî ne û axavtina xwe wiha domand: “Ew kes dixwazin him dîn him axret û him jî dinyaya vî milletî tahrîp bikin.Her çiqas li vê heremê şaredarî di destê wan kesan de be jî tu xizmetî ji vî miletî re nekirine û ev xelk ji wan fêde nedîtîye. Ew kes encax dikarin zarokên xelkê derînin li serê çiyan. Erebe û dikanên xelkê dişewitînin. Zarokên xwe li derveyî welêt di mektebên taybet de didin xwendin , lê ji xelkê re dibêjin ku ‘Neçin eskerîyê, rêyan bibirin.’ Ji ber vê yekê ew kes ji vî milletî re bifêde nebûne  û wê nebin jî.”

Kiliçarslan di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku wê ev millet terka dînê  xwe neke û wê ev millet ji bona pêxember can û malên xwe, ewladên xwe feda bike.(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir