• DOLAR 32.573
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2426.322
  • ...
Li Hezexa navçeya Şirnexê kesek hat kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin îro di wextên şeveqê de li gundê Xanikêya Hezexê êrîşa çekdarî li kesê bi navê Saîd Ekîncî hat kirin. Di êrîşê de kesê bi navê Saîd Ekîncî  mir. Li gor agahîyan, kesên ku nasnameyên wan nediyar in piştî ku bi Saîd Ekîncî re bazara heywanan kirin re wî birine axurê û li wê derê gulê li ser de reşandine. Hat diyarkirin kesên êrîşkar  biwesayîteke ku bê plaka ye ji cihê bûyerê revîyan.

Hê jî nayê zanîn bûyer çima qewimîye û di navbera Saîd Ekîncî û kesên êrîşkar de hisûmat heye yan tune ye.

Piştî êrîşa çekdarî cendirmeyên ku hatin gund di derbarê êrîşê de tehqîqet dane destpêkirin.(ÎLKHA) 


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir