• DOLAR 32.602
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2497.616
  • ...
 "Divê HDP berî PKKê xweser bibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Orhan Mîroglu û Sileyman Çelîkê ku li Mêrdînê ji AK Partîyê Namzedên Parlementerîyê ne  bi rayedarên partîyê re ji bona ziyaretan çûne Qoserê. Mîroglu di dema ziyaretan de di derheqê PKK û HDPê de destnîşan kir HDPya ku her tim qala xweserîyê dike divê berî PKKê xweser bibe.

Mîrolglu û digel heyeta pê re Cemîyeta Rojnamegerên a Mezopotamyayê , Cemîyeta Rojnamegerên a Qoserê, qeymeqamtîyê ûm dikandaran ziyaret kirin.Mîroglu di dema ziyaretan de di derbarê bûyerên Tirkîyê û zextên ku ji teref PKKê ve li kurdên muxalif tên kirin de nirxandinan kir û di derbarê wan de daxuyanî da.

Mîroglu, destnîşan kir ji pirsgirêkên herî mezin a Tirkîyê yek jî meseleya kurd e, divê bi mekaqanûnekî nû ev pirsgirêk were çareserkirin û axavtina xwe di derbarê siyaseta HDPê de wiha domand: “ Peyva ku HDP herî zêde bi kar tîne peyva xweserîyê ye.Li gor min, berî PKKê divê HDPê xweser bibe. Destpêkirina vî karî li gor min wê baş bibe. Di ya rastî de ev tişt him li fêdeya PKKê him jî fêdeya HDPê ye. Lewra heger ev tişt neyê kirin , wê demê PKK dê tiştê ku herî baş dizane ango dest bi şer bike.”

 “ PYD li Sûrî bû hêza çekdarî ya artêşa Baasê”

Mîroglu di derbarê geşedanîyên Sûrî de destnîşan kir PYD li Sûrî bûye hêza çekdarî ya artêşa Baasê û axavtina xwe wiha domand: “Ev têgihiştina ku ji xwe pêve texemulî tu kesî nake û heqê siyasetê nade tu kesî  mixabin li heremên kurdan dibe sedema pevçûnan.”

Mîroglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Tu kes qîmetê nade wan kantonên ku wê daxuyandîye. PYD di nava kurdan de ji sedî deh tê temsîlkirin. Ji sedî notê kurdan ji ber zext û zordarîyan herema Rojavayê terk kirin. Ji sedî 15, partîyên kurdan siyasetê li wê derê nikarin bikin. Lewra  têketina wan a Rojava qedexe ye. “(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir