• DOLAR 32.534
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2488.226
  • ...
Xelkê Diyarbekirê ji STKyên Îslamî re teşekkur kirin û ji şaredarîyê re jî bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Diyarbekirê ji Platforma Sazîyên Civakî yên Îslamî re ji ber ku di derheqê hezkirin û xoşewîstîya pêxember de afîşan bi bîlbordan ve kiriye teşekur kirin û destnîşan kirin ku ew piştgirîyê didin wan afîşên ku ji teref platformê ve hatine daliqandin.

 Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li Diyarbekirê  ji teref Şaredarîya Yenîşehîr a DBPyî ve afîşên ku tê de heqaret li Hz. Pêxember dihat kirin bi bîlbordên bajêr ve  hatibûn daliqandin.  Ji ber afîşên ku hatibûn daliqandin  bertekên tund hatin. Bertekek jî ji teref Platforma Sazîyên Civakî yên Sivîl ên Îslamî ve hat dayîn. Platform di derbarê hezkirin û xoşewîstîya Hz. Pêxember de afîşan li bîlbordan ve da daliqandin.

Xelkê Diyarbekirê piştgirî û destekê da afîşên ku di derheqê hezkirin û xoşewîstîya pêxember de ji teref Platforma Sazîyên Civakî yên Sivîl ên Îslamî  ve hatibûn amadekirin û ji şaredarîya Yenîşehîrê jî bertek nîşan dan.

Gamze Adiyaman di derbarê mijarê de destnîşan kir kurd ehlê dîn in û xwedî namûs in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zihnîyeta HDP/PKKê ji bona dîn ji holê rake  mucadele dike. Zarokên qîz derxistin serê çiya û namûs ji holê rakirin. Niha jî dora dîn e. Bi rastî jî vê bênamûsîyê têxistin nava kurdan. Niha li kû derê bênamûsîyek, bêexlaqîyek hebe yê ku van tiştan dikin kesên ku di zihnîyeta PKK/HDPê de ne. Di mijara dîn de êrîşî me dikin. Di vê mijarê de em qet gavekî paşve neavêjin. Ew afîşên ku ji teref çend kesên talanker ve hatine daliqandin ezm û cehda me wê kêm meke. Em tu şiklî ji vî tiştî re bêdeng nemînin.Bila xelkê Diyarbekirê jî bêdeng nemîne. Namûs çû, niha jî dor hate dîn. Jixwe heger dîn biçê wê hemû tişt biçê. Şêx Seîd ji ber ku dîn ji dest diçû rabû pêyan û qiyam kir. Ez bawer dikim ku divê cardin ev serhildan û qiyam pêk were.”

 “Afîş gelekî xweşik û qeşeng çebûne , Xwedê ji wan kesên ku van afîşan amade kirine razî be”

Ji xelkê Diyarbekirê kesê bi navê Ridvan di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “ Xwelî li wan kesên ku van afîşan daliqane be. Hûn ê sibe li axretê çawa hisabê bidin. Em ne çepgir ne jî rastgir in ; em di rêya Xwedê  Teala de ne û divê em emrê Xwedê bi cî bînin.Ew afîşên ku hatine daliqandin nebaş in.Diyarbekir bajêra sahabîyan e. Dunya û kâinat  ji bo pêxember hatîye afirandin.Bi çi awayî heqaret lê tê kirin. Ew afîşên ku ji teref Sazîyên Civakî yên Sivîl ên Îslamî ve hatine daliqandin afîşê gelekî xweşik û baş in. Xwedê Teala ji wan kesên ku wan afîşên hezkirin û xoşewîstîya pêxember tînin ziman bi bîlbordan ve daliqandina razî be.Înşaallah em misliman dê  tev bi hevdû re bin.”

 “Em nevîyên Şêx Seîd û Selahadînê Eyyûbî ne”

Mihrîcan Kaçmaza ku ji afîşên ku ji teref şaredarîya Yenîşehîrê ve hatine daliqandinê re bertek nîşan da û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em li welatekî ku ji sedî 95ê wê misliman in dijîn. Ev heqareta ku li pêxemberê ummetê hatîye kirin nayê qebûlkirin.Her çiqas şaredarî bêje ku ‘Em nizanibûn ‘ jî ev tişt nerast e. Çawa vê karîkaturê nizanin. Zarokê 5 salî jî vê karîkaturê dizane. Dema ku min li karîkaturê nihêrt çend tişt bala min kişand:Rih, şaşik û cubbe. Dema ku ev ji teref însanekî ve bê dîtin ew ê misliman bê bîra wî. Heger ew kes bibêjin em vî tiştî ji bona îstîsmara ku li zarokan tê kirin dikin, îro ew kesên ku zarokên biçûk dibin serê çiyan ew in.We qet dît ku mislimanek derketîye meydanê û derdorê şewitandîye. Min bi xwe nedîye. Ez dixwazim vî tiştî bibêjim. Em nevîyên Selahaddînê Eyyûbî û Şêx Seîd in. Dibe ku ew kes xwe nevîyên wan nehesibînin û em vî tiştî ji wan hêvî nakin jî.Jixwe ew kes nevîbûna wan zatan heq nakin.”(ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir