• DOLAR 32.506
  • EURO 34.585
  • ALTIN 2492.1
  • ...
STKyên ku li Mêrdînê fealîyet dikin ji Şaredarîya DBPyî re berteka tund nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî ve çend rojan li Diyarbekirê ji teref Şaredarîya Yenîşehîr a DBPyî ve afîşên ku tê de heqaret li Hz. Pêxember hatibû kirin bi bîlbordan ve hatibûn daliqandin.  Ji ber daliqandina van afîşan ji şaredarîya DBPyî re bertek hê  jî didiomin.Sazîyên civakî yên sivîl ên ku li Mêrdînê û li navçeyên wê fealîyet dikin ji Şaredarîya Yenîşehîr a DBPyî re berteka tund nîşan dan û destnîşan kirin ku ev heqareta ku li muqeddesatan hatîye kirin provokasyoneke mezin e.

Dost-Der: Tiştê ku xeçperest nikaribûn bikin  Şaredarîyê DBPyî kir!

Sekreterê Giştî ya Dost-Derê  Muhammed Arasan di derbarê mijarê de destnîşan kir tiştê ku xaçperest nikaribûn bikin Şaredarîya DBPyî kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim ji Şaredarîya DBPyî û ji kesên ku li ser zihnîyeta wan in re vî tiştî bibêjim. Bertekên mislimanan nepivîn. Ango sebra mislimanan neceribînin. Piştî wan afîşên rezîl li Diyarbekir Melayê Camîya Mezin , 72 STK  û xelkê Diyarbekirê bertekên xwe anîn ziman. Ez dayîna van bertekan teqdîr dikim.Divê berdewama van bertekan were. “

Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Qoserê: Dixwazin kurdan ji Îslamê dûr bikin

Serokê Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Qoserê Îbrahîm Bahadur di derbarê mijarê de destnîşan kir ev kes ji xwe re kirina armanc da ku kurdan ji îslamê dûr bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev Karîkatura ku li Danîmarkayê hatibû xezkirin bi zanabûn di dilê Kurdistanê de cardin hat nişandan. Di dema wê de berteka herî mezin ji Danîmarkayê re xelkê Diyarbekirê nîşan da. Bi zanabûn ev karîkatur  ji  teref Şaredarîya Yenîşehîr a DBPyî ve bi bîlbordan hat daliqandin.  Şaredarî bi van afîşan dijmintî û kîna xwe  ya li dijî îslamê cardin nîşan da. Ew HDP ji temamê fikran re famdar e; lê belê dema ku mijar tê îslamê ji pêxember û îslamê re heqaret hat kirin. Ji ber vê  yekê divê em hemû berteka xwe nîşan bidin. Çawa ku kalen van ên mîna ebû cehl û ebû leheb serfiraz û muwafeq nebûbûn ew ê ev kes jî muwaffeq nebin. Divê em li pêxemberê xwe xwedî derkevin. “

Her wiha sazîyên mîna MTDF, Nusaybîn Duşunce-Der û Midyat Azîm-Der jî ji şaredarî ya Yenîşehîr a DBPyî bertek nîşan dan.(ÎLKHA)

 

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir