• DOLAR 32.572
  • EURO 34.898
  • ALTIN 2426.718
  • ...
YAR-DER ji bo xwendewanên feqîr kermesa alîkariyê tertîb kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê YAR-DERê Mahmût Çelîk di derbarê kermesê de agahî da û wiha axavtina xwe domand: “ Me ji bo xwendekarên  feqîr û mihtac ev kermes li darxist. Qezenca ku li vir dibe em ê ji bo sûda xwendekarên feqîr û mihtac xerc bikin. Em ê vê qezencê ji bo lazimîyên xwendekaran wek lazimîyên xwarin-vexwarin, kırtasîye, dibistan xerc bikin.

 Çelîk diyar kir ku di kermesê de temamê îxtîyacan hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kê/î  çi bixwaze dikare peyda bike. Di kermesê de cûrên xwarin, şêrînahî, wegirtin, zucacîye û amûrên elektronîk jî hene.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku kermes heta 27ê cotmehê roja sêşemê  li Qada Toçuyê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xwedê Teala re ku kermesa me baş berdewam dike. Him kesên xêrxwaz him jî kesên  qencîxwez  eleqe nîşanî kermesê didin. Em ji vê rewşê memnun in. Me berî niha hedefak danîbû li ber xwe. Bi iznillah em ê bigihêjin hedefa xwe . Em temamên kesên xêrxwaz û xelkê Rihayê dawetî kermesê dikin.”(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir