• DOLAR 32.552
  • EURO 35.05
  • ALTIN 2427.63
  • ...
Di şerê ku li Diyarbekirê derket de hejmera mirîyan zêde bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sikaka 53emîn ya Taxa Huzurevlerîya Navçeya Kayapinarê polêsan li ser malekî ku tê îddîakirin ya DAIŞê ye de girtin. Di serdegirtinê de şer derket. Ji ber ku tgeqemenîyên berî niha li derdora malê hatibûn bicîkirin teqîyan 2 polês jiyana xwe ji dest dan û 4 polês jî birîndar bûn. Her wiha hat îddîakirin  7 kesên ku endamê DAIŞê ne jî di şer de mirine.

Hat hînbûn di heman heremê de li ser çend malên din de jî hatîye girtin û di serdegirtinan de 3 kes hatine binçavkirin.

Her wiha hat ragihandin li Taxa Huzurevlerîyê li ser çend  malên ku tê îddîakirin malên endamê DAIŞê ne de hatîye girtin û gelek kes jî hatine binçavkirin. Di nava kesên ku hatin binçavkirin de zarok û jin jî hene.

Polêsên ku di şer de birîdar bûbûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir