• DOLAR 32.596
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2518.506
  • ...
Ji STKyên îslamî ji pêxember re afîşên xoşewîstîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Sazîyên Sivîl ên Îslamî ya ku ji sedan sazîyên civakî yên sivîl pêk tê ji Şaredarîya Yenîşehîrê ya DBPyî re ji ber afîşên ku tê de heqaret li pêxemberê me dihat kirin re bertek nîşan da. Platform li 55 noqteyên bajêr afîşên ku tê de ‘ Me tu şandî bes da ku ji heyînan re bibî rehmet.(Enbîya-107),Beyî ku em te bibînin me ji te hez kir.’ Hatibûn nivîsîn hatin daliqandin.

Sekreterê Platforma Sazîyên   Civakî ên Sivîl ên Îslamî Yunus Memîş di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li qudsîyetên îslamê re  heqaret hatin kirin.  Me jî ji bona ji van êrîşan re bertek nîşan bidin li 55 noqteyên bajêr ve van afîşan daliqand. Diyarbekira me bajêra pêxember û sahabîyan e. Xelkê me van êrîşên ku li pêxemberê me hatînê kirin qet qebûl nake. Em jî vê heqareta ku hatîye kirin qet qebûl nakin.”

Memîş di derbarê mijarê de destnîşan kir ku ew ji bona vê heqareta ku hatîye kirin  re bertek nîşan bidin ew ê piştî hilbijartinan mîtîngekî li dar bixin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me vê mitînga ku em ê kiribana ji ber kirina hinek hereketên provokator hiştê piştî hilbijartinan.Xwedê nesîb bike em ê mitînga xwe piştî hilbijartinan li dar bixin.”

Xelkê derdorê û dikandar jî ji heqareta ku hatîye kirin re bertekên xwe nîşan dan û afîşên ku ji teref platformê ve yên ku xoşevistî û hezkirina pêxember tîni ziman ecibandin û piştgirîyê dan daliqandina afîşan.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir