• DOLAR 32.603
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2503.163
  • ...
Ji nexweşxanê broşûra sosret a 'Nimêj Nekin'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li Îzmîrê ji teref nexweşxaneyê ve broşureke ku li ser ‘Nimêj nekin’ dinîvîse dan nexweşekî. Mehmet İsa Bozdagê ku ji bo çavê xwe çûbû Nexweşxaneya Dewletê ya Karşiyakayê emeliyat bû. Piştî emeliyatê broşûreke ku li ser di derbarê nexweşîya katarakê de agahîya dida dan Mehmet Îsa Bozdag . Hat diyarkirin ku di naveroka broşüre de ji bo kesên ku emelîyeta katarakê bûne re tê gotin ku  ‘Nimêj Nekin’ . ev nivîs bû sedema bertekan.

Mehmet Îsa Bozdag, ji rêvebiriya nexweşxane û Wezîrê Tendirûstîyê re bertek nişan da û destnîşan kir ku di Îslamê de bi rêya îmayê be jî pêwîst e ku însan nimêj bike.

“Tu dikarî piştî heftiyek biçî serê karê xwe lê 3 hefte nimêj neke”

Bozdagê ku ji çavê xwe nexweş bûbû wiha lê axavtina xwe zêde kir: “ Min serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Karşiyakayê da. Gotin di çavête de katarakt heye. Dûv re ez ji çavê xwe yê aliyê rastê emeliyet bûm. Piştî emeliyatê kaxizek dan min. Piştî ku ez hatim malê xwe min wê kaxitê xwend û min dît ku tiştek wiha sosret heye. Çima ez 3 heftîya nîmêj nekim. Bi her şiklî nimêj tê kirin. Ez xebetkar im. Min ji doxtor pirsî  ez piştî çend heftîyan dikarim bixebitim? Ji min re got ku tu dikarî piştî heftiyekê bixebitî. Yanê karekî wek karê manawkarîyê bi zehmet ez dikarim heftiyek dûv re bixebitim. Lê karekî hêsan yanî  nimêjê ez nikarim heta 3 heftiyan bikim. Ger qestek tûnebûya dikaribûn bi şiklekî cûda binivîsiya.”

Bozdag, bang li Wezîrtîya Tendirûstiyê kir da ku vê sosretê sererast bikin.

Bi rêya îmayê jî nimêk tê kirin

Ji aliyekê din ve îlahîyatnas destnîşan dikin ku bi her şiklî nimêj tê kirin.

 Tê meraq kirin gelo wê rêvebiriya nexweşxaneyê û Wezîrtîya Tendirûstîyê gavek çawa biavêjin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir