• DOLAR 32.318
  • EURO 35.111
  • ALTIN 2300.388
  • ...
 "Xerac xwestin û pişt re jî mêrê min revandin serê çiya û mala min xera kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Kuçeya Seyrantepeya Diyarbekirê mal û kargeha Gulîstan Îpek ji teref wezîfedarên şaredarîyê ve hat xerakirin.Pîreka ducanî destnîşan kir rayedarê şaredarîyê yê ku emrê xerakirinê daye mêrê wê revandîye serê çiya û jê xerac hatîye xwestin.

Mala Gulîstan Îpek ji ber ku ne li gor îmarê bû û ji ber ku qeçax bû ji teref şaredarîyê ve hat xerakirin. Gulîstan Îpek di derbarê mijarê de destnîşan kir ku rayedarê şaredarîyê yê bi navê Eşref ji bona avakirina xanî destûr daye wê û ji xerakirina xanî re bertek nîşan da.

Gulîstan Îpeka ku di dema xerakirina xanî de nerihet bû di derbarê mijarê de îddîa kir ku mêrê wê Mehmet Îpek ji teref rayedarekî şarederîyê yê bi navê Eşref ve hatîye revandin  û jê jî xerac hatîye xwestin.

Îpek di derbarê mijarê de wiha axivî: “Eşref li şaredarîyê midûr e.Yê ku destûra avakirina xanî da min Eşref bû. WÎ bi xwe hat ji min re got. Heger derew be bila were di rûyê min de bibêje. Diçû dihat û ji min xerac dixwast.Eşref mêrê min revande serê çiya û min  ji mêrê xwe 4 meha xeber nestdand. Ez tenayîya serê xwe bûm û ji min re hat got ku xanîyê xwe çêke.Gelo li pey min banka heye.Çima destûr dane min.Dema ku min ev çêdikir bila hatibana û ji min re gotibana çêneke. Eşref hat ba min û ji min re got ku destûr ji jor ve ango ji kesên mezin hatîye. Dema ku ez dibêjim ji jor ve xeber hatîye jixwe hûn fêm dikin. Lê belê niha hatin û mala min xera kirin.”

Her wiha hinek kesên li taxê îddîakirin ku piştî ku Mehmet Îpek hat revandin re 500 hezar lîre ji şexsê bi navê Eşref re hatîye dayîn û piştî heftîyekî Îpek hatîye serbestberdan.(ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir