• DOLAR 32.515
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2433.38
  • ...
Ji muxabîrê ku tê îddîakirin tevlî bûyerên 6-7ê cotmehê bûye re xelat!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji muxabîrê televîzyona Gelê Kurdistanê re di bernameyeke ku Walî û Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê beşdarî bûbûn de ji teref GGC ve xelata ‘Rojnamegerên Serfiraz ên Salê’ xelat hat dayîn. Mexdûrê bûyerên 6-7 cotmehê ji muxabîrê ku di bûyeran de di destê wî de sileh dîtibûn re dayîna xelatê re bertek nîşan da.

Walîyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, Serdozgerê Komarê ya Diyarbekirê Ramazan Solmaz, Seroka Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak, Midûrê Ewlehîyê Adnan Daştan , Serokê DTSOyê Ahmed Sayar, Serokê DESOBê Alîcan Ebedînoglu , Serokê Baroyê Tahîr Elçî, Alîkarên Walî û qeymeqamên nevçeyên navendê beşdarî bernameya ku ji teref Cemîyeta Rojnamegerên a Başûrên Rojhilat ve hat tertîbkirin bûn.

Di merasîma dayîna xelatan de Muxabîrê televîzyona Gelê Kurdistan Rojhat Dogruyê ku kesên şahid dîtubûn ku di bûyerên 6-7ê cotmehê de sileh di destê wî de heye re  xelata yekemînîyê bi navê  dîmenên  ‘6-7ê cotmehê bûyerên Diyarbekirê’ hatine kişandin hat dayîn.

Ji naskirîyên kesên mexdûr Ridvan Ozdemîr  ji xelatkirina muxabîrê Gelê Kurdistan Rojhat Dogu re bertek nîşan da û destnîşan kir ku ew di bûyeran de wî muxabîrê ku xelat jê re hatîye dayîn di destekî wî de sileh û di destê din jî bi kamera  wî dîtîye.

Ridvan Ozdemîrê ku ji bona naskirîyên xwe ziyaret bike diçû mala naskirîyên xwe di bûyerên 6-7ê cotmehê de li Taxa Mevlana Xalîtê êrîşa çekdarî lê hatibû kirin û birîndar bûbû. Ozdemîrê ku di bûyeran de birîndar bûbû ji  Walîyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, Serdozgerê Komarê ya Diyarbekirê Ramazan Solmaz, Midûrê Ewlehîyê Adnan Daştan ,  Alîkarên Walî û qeymeqamên navçeyên navendê re bertek nîşan da û destnîşan kir dayîna vê xelatê ji bona kesên ku di bûyeran de mexdûr bûne re heqaret e.

Ridvan Ozdemîr serpêhatîyên xwe yên Îda Qurbanê wiha anî ziman: “Her weke ku tê zanîn bi banga Hevserokê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bûyer derketin û her der hat şewitandin. Wê rojê ez jî diçûm îda naskirîyekî xwe ku li derdora Camîya Muhammedîyê ye rûdinişt.Dema ku ez gihaştim wê derê min bihîst ku dengê komekî û dengê çekan  tê. Min dît ku hinek kesên rûyên wan nixumandî ji wê derê direvin. Ez jî ji bona zirarê nebînim min xwe avêt sikake din. Lê belê çawa ku ez ketim sikakê rastî çend kesên rûyên wan nixumandî di destên wan de sileh hatim. Dema ku min wan dît min niyet kir ku ez vegerim mala xwe. Min kir ku ji sikakê derkevim min pê derxist ku germahîyek di paqa min de heye. Ev  germehî piştî demekê bû êş. Min dît ku ez di nava xwîsnê de mame. Piştî demekî ez ketim erdê. Piştî ku min serê xwe ji erdê rakir min dît ku li hemberî min kesên ku di destên wan de keleş, sator, çekên pompeyî hebûn  bi alîyê ku ez lê bûm de direşînin. Di wê  demê de gule îsabetî paqa min ê çepê kirin. Di dema van bûyeran de min şexsek dît ku serê wî hinekî keçel bû û di destê wî de jî sileh hebû. Her wiha li derdora wî jî kesên bi keleş hebûn. ”

“Di destekî Rojhat de sileh di destê din de jî kamera hebû”

Ozdemîr destmîşan kir ku ew demeke dirêj di nexweşxanê de tedawî dîtîye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku ez tedawî bûm min ji telefonê (înternet) li bûyeran nihêrt.Wê demê min di derbarê Rojhat Dogruyê ku muxabîrê Gelê Kurdistanê te de xeberek dît. Kêlîkêk ez fikirîm û hat bîra min dema ku ez birîndar bûbûm min wî li hemberî xwe dîtibû.Di destekî wî de sileh di destê wî din de jî kamera hebû.Dema ku min wî di xeberan de dît hate bîra min.Min vî tiştî di îafadeya xwe de jî anî ziman û jê gilîdar bûm. Lê belê kesekî di destê wî de sileh hebû , qesta canê însanan dikir bi merasîmeke ku rayedarên dewletê jî beşdarî dibin hat xelatkirin.  Min wî şesxî teşhis kiribû û jê gilîdar jî bûbûm.Lê belê ji wê rojê ve tu tişt di derheqê wî de nehat kirin. Ev tişt min şikber dike. Ez wesîleya we dixwazim cardin bibêjim ez ji vî şexsî gilîdar im.”

 “Ji muxabîrê ku di destê wî de sileh hebû re dayîna xelatê ji bona me heqareteke mezin e”

Ozdemîr destnîşan kir ku ji teref Cemîyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat ve ji wî kesî re dayîna xelatê wî xemgîn kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nexasim beşdarbûna Walîyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, Serdozgerê Komarê ya Diyarbekirê Ramazan Solmaz, Midûrê Ewlehîyê Adnan Daştan , Alîkarên Walî û qeymeqamên navçeyên navendê jî me xemgîn kir. Walî bi çi niyetê beşdarî vê bernameyê bûye, ez qet fêm nakim. Walî û Serdozger rojekî beşdarî şîna wan însanên ku hatin qetilkirin nebûn. Xwezî berî ku ev xelat hatibana dayîn, nasnameyên  wan kesên ku ew ê ji wan re xelat bê dayîn nihêrtibana.Ji muxabîrê ku di destê wî de çek hebû re dayîna xelatê ji bona me heqaretekî mezin e, ji bona wan însanên ku  hatine qetilkirin û ji bona malbatên wan bê edebî ye.”

Muxabîrê televîzyona Gelê Kurdistanê Rojhat Dogru berî niha jî di medyayê de hatibû dîtin ku di wan êrîşên ku ji teref PKK/HDPyîyan ve  hatibûn kirin de cî girtîye , lê belê Dogru îddîakiribû ew ji bona xeberan li wê derê bû.Her wek ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmehê de hinek kes di bin nasnameya rojnamegerîyê de ji çeteyên çekdar re çavnêrîyê kiribûn û li deroran avahîyên STKyên îslamî derketibûn keşfê.

Nexasim ji teref Cemîyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat ê ku bi kuştin û revandina rojnamegerên din eleqedar nabe ve ji şexsekî ku hatîye dîtin tevlî bûyerên 6-7ê cotmehê bûye re dayîna xelatê dîqqetan kişande ser xwe.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir