• DOLAR 32.36
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2307.158
  • ...
Li karîkaturê bêexlaq re xwedî derketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn berî vê çendakî ji teref Şaredarîya Yenîşehîrê ya DBPyî ve karîkaturên ku tê de heqaret li Hz. Muhammed dihat kirin bi bîlbordên bajêr ve hatibûn daliqandin. Ji van karîkaturan re bertek hê jî didomin.Melayê Camîya Zumrut Kentê Fuat Ezgî di xutbeya înê de bertek ji wan afîşên ku ji teref Şaredarîya Yenîşehîr a DBPyî ve hatibûn daliqandin re bertek nîşan da. Ji ber ku Mela Fuat Ezgî ji afîşan re bertek nîşan da komek ji cemaeta camîyê camî terk kirin.

Di dîmen û vîdyoyan de diyar dibe dema ku Mela Fuat xutbeya înê dide kesekî ku  di camîyê de ye ji nişka ve dirabe ser pêyan û ji mela re bertek nîşan dide û dibe sebeba fitnê.

Ezgî, roja înê di destpêka xutbeya ku dida de behsa xelkê kurd û hezkirin û  têkilîya wan a bi îslam û Hz. Muhammed re anîbû ziman û wiha li axavtina xwe zêde kiribû: “Kesên ku nimêj nedikirin,rojî nedigirtin heta kesên ku eraqê vedixwarin jî nedihiştin ku heqaret li Hz. Pêxember bê kirin.Baş e, gelo îro em dikarin heman tiştî bibêjin?Gelo çi bû ji me? Çima ew hesasîyeta me êdî nemaye?Berî  vê 10 salan li Danîmarkayê karîkaturekê ku tê de heqaret li pêxemberê me hatibû kirin hatibû weşandin. Ew karîkatur bûbû sedem ku dinya rabe ser pêyan û bûbû sebeba înfîalê.Heta berteka herî mezin li Meydana Îstasyonê nêzî 2 milyonan xelkê Diyarbekir nîşan dabû.Ji bo kî? Ji bona Hz. Muhammed bû.Di desdtpêkê de medyaya Tirkîyê vê rastîyê nedîbû. A niha çi dibe ku li bajarê me Amedê li Diyarbekira me afîşên ku tê de  heqaret li pêxemberê me tên kirin bi bîlbordan ve tên daliqandin.”

Dema ku Ezgî di derbarê mijarê de van tiştan digot kesekî ku li camîyê bû ji nişka ve  dirabe ser pêyan û ji Mela re bertek nîşan dide.

Di dema dayîna bertekê de Mela Ezgî xutbeya xwe domand; Lê belê kesê ku bertek ji mela re dida ji mela re wiha got: “Di erefeya hilbijartinan de çima tu wiha diaxivî. Tu di xutbeya xwe de siyasetê dikî.Ji ber ku tu wiha dipeyivî ez li pey te nimêj nakim.” Di dîmenan de hat dîtin şexsê ku bertek nîşan da  piştî ku van ji melayî re got re  rabû ser pêyan û ji camîyê derket. Dema ku ew şexs derket komek jî pê re derket.

Piştî vê rewşê Mela Ezgî xutbeya xwe domand û destnîşan kir ku armanca wî ne şexs û sazî ne , armanca wî emr kirina qencîyê û nehiy kirina ji nebaşîyê ye.

Fuat di derbarê mijarê de destnîşan kir ku ji ber fitne mezin nebe xutbeya xwe weke ku tiştek nebûye domandîye, piştî nimêjê jî cemaeta camîyê ji kesên ku camî  terk kirine re bertek nîşan dane.

Ezgî di dawîya axavtina xwe destnîşan kir ji ber ku ew misliman e ji wan karîkaturan re bertek nîşan daye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi qasî hejmera mûyên serê min canê min hebe, ez ê hemûyan ji bona pêxemberê me feda bikim.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir