• DOLAR 32.601
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2499.86
  • ...
Doza bûyerên Aytaç Baran şandin Kayserîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

5emîn Daîreya Cezayê dosyaya 16 kesên ku piştî Aytaç Baranê ku Serokê Yenî Îhya-Derê bû hate qetilkirin re hatibûn  tewqîfkirin ji ber hinceta ewlehîyê şande Mehkemeya Cezaya Giran a Kayserîyê.

5emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Diyarbekirê  piştî ku îddîaname qebûl kir re dosyaya dozê ji ber hinceta ewlehîyê şande ji Walîtî û Serdozgerîya Diyarbekir. Piştî dosya li vê derê hat nirxandin re ji Wezareta Edaletê re hat şandin.

Dosya piştî nirxandina Wezareta Edaletê ji  teref  5emîn Cezaya Giran a Yargitayê ve  ji Mehkemeya Cezaya Giran a Kayserîyê re hat şandin.

Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê Aytaç Baran  di 9ê hezîranê de di êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin, piştî qetilkirina Baranî di bûyerên ku derketibûn de 3 kes miribûn û 11 kes jî birîndar bûbûn.

Ji kesên gumanbar ên  bi navê M.Ç, M.F, B.F, E.Ç, M.P, H.D, M.D. û C.A re bi sûcdarkirina ‘Endambûna rêxistina çekdar a terorê’ ji 5 salan heta 10 salan ceza hat xwestin û her wiha ji kesên gumanbar ên bi navê Y.T, Y.D, S.D, B.K, M.Y, F.O, Î.A.  û A.D re jî ji sûcên ‘Endambûna rêxistina çekdar a terorê ‘ û ‘Bêruxset emelkirin û hilgirtina damançe’ ji 6 salan heta 13 salan  cezaya hebsê hat xwestin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir