• DOLAR 32.32
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2308.788
  • ...
Xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê Şaredarîya DBPyî şermezar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojên borî ji teref Şaredarîya Yenîşehîrê ya DBPyî ve afîşên ku tê de heqaret li Hz. Muhammed hatibû kirin bi bîlbordan ve hatibûn daliqandin.Xwendevanên Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê bi daxuyanîya ku dan Şaredarîya Yenîşehîrê ya DBPyî şermezar kirin û bertek nîşan dan.

Xwendevanên ku endamên Kûlubên Bîlge Erdem, SAVEK , ÎFADE, ÎFSET, Aydin Genç, Beyaz Fîkîrler û Mavera Gençlîkê ne li ber avahîya Fakulteya Îlahîyatê daxuyanîya çapemenîyê dan.

Xwendevanan di dema daxuyanîyê de pankartên mîna “ Charlîyên binkî nikarin çavên me bitirsînin, Ew qelama ku diwêre pêxember xez bike ew ê bişke” vekirin û bênavbir tekbîran anîn.

Serokê Platforma Bîlgî Erdem Mehmet Savaşçi li ser navê xwendevanan daxuyanîya çapemenîyê xwend û destnîşan kir ku ew wan karîkaturên ku li ser pêxemberê me hatine xezkirin tel’în û lenet dikin.

 “Em wê lêborîna ku ji teref şaredarîyê ve hatîye kirin  samîmî nabînin”

Savaşçi destnîşan kir ku ew wê lêborîna ku ji teref şaredarîyê ve hatîye kirin ji dil nabînin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şaredarî îddîa dike ew dixwaze bal bikşîne li ser mijara zewaca zarokan. Ew şaredarîya nemerd û zelîl karîkatura Pêxemberê me û ya Hz.Aîşe xez kir û henekên xwe bi wan kir. Şaredarî ji ber bertekan di derheqê mijarê de weke ku tinazên xwe li xelkê bike lêborîn xwestibû.Em cardin ji vir eşkere dikin ku  em wê lêborîna ku ji teref şaredarîyê ve hatîye xwestin samîmî nabînin.”

“Ew kesên ku îslamê xistine hedefa xwe  her tim dema ku firsedê dibînin heqaret li îslamê dikin”

Savaşçi destnîşan kir ew wan zihnîyeta ku heqaret li muqeddesatên îslamê dikin  tel’în dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew kesên ku îslam xistine hedefa xwe  her tim dema ku firsedê dibînin heqaret li îslamê dikin. Hebûna îslamê her tim wan aciz dike. Em wê zihnîyeta ku heqaret li îslamê dike şermezar dikin.Em wek xwendevanên Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê  van êrîşên ku li muqeddesatên îslamê hatine kirin em difikirin ku bizanebûn û di çarçoveyekê de hatine kirin.”

“ Pêxemberê me ji bona mislimanan ji can û malên wan hêjatir û qiymetdar e”

Savaşçi di dawîya daxuyanîyê de wiha dest nîşan kir: “Feqet dijminên îslamê heqîqatek  ji bîr kirine. Ev heqîqet jî ev tişt e ku Pêxemberê me ji bona mislimanan ji mal û canê wan şirîntir û hêjatir e.Her canê ku ji pêxemberî re îman anîbe her tim ji bona ku wî muhafize bike û xwe ji bona wî feda bike re hazir e. Em ji vê derê bi wesîleya çapemenîyê bang li rayedarên Şaredarîya Yenîşehîrê dikin. Em wek xwendavanên Fakulteya Îlahîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê  vê êrîşa ku li pêxemberê me hatîye kirin qebûl nakin. Em vê êrîşê û êrîşên mîna vê tel’în û lanet dikin.”

Xwendevan piştî daxuyanîya çapemenîyê belav bûn.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir