• DOLAR 32.565
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2431.773
  • ...
6-7ê cotmehê ji bo me Muherremek û Aşûrayeke nû ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Mustez’efan a Şaxa Konyayê,  Yasîn Borû û hevalên wî yên ku  di 6-7ê cotmehê de ji teref HDPKKyîyan ve hatibûn qetilkirin bibîr anî.

Bernameya ku nivîskar û lêkolîner Ozkan Yaman wek axivbêj beşdarî bûbû di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Çawa ku li ser Kerbelayê 14 qern derbas bûye  û hê jî me dide giryandin, îro bi heman awayî  6-7ê cotmehê jî ji bo me Muherem û Aşûrayeke nû ye. Ev yek wê heta qiyametê me bide giryandin.

Ozkan  Yaman destnîşan kir ku ev ciwanên ku di 6-7ê cotmehê de hatine qetilkirin ciwanên cennetî ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ew bûne şehîd, tenê dayikên wan negirî, em hemû girîn.Salek li ser vê bûyerê borî; lê hê jî em digirîn. Dema ku ew bûne şehîd em man sêwî. Em di der heqê ciwanên wisa hêja de diaxivin dema ku meriv li wan temaşa dike  fedî dike. Em di derbarê ciwanên cinetê de diaxivin. Çawa ku li ser Kerbelayê ve 14 qern derbas bûbe û hê jî me digirîyene  bi heman avayî  ji îro şûnda jî 6-7ê cotmehê jî ji bo me Muherem û Aşûra nûye. Ev yek wê heta qiyametê me bide girîyandin.”

Yaman,  destnîşan kir ku li her  derê Tirkiyê ev şewata şehîdan tê parve kirin û wiha li peyvên xwe zêde kir: “ Min fedî dikir ku li Şehîd Aytaç Baranî binêrim. Ez çûm Sîwas û Stenbolê. Her kes digirîya. Netenê Stenbolî û Sîwasî; Trabzonî, Yozgatî, Nevşehîrî jî digirîyan. 3-4 roj piştî bûyerên 6-7ê cotmehê min li Nevşehîrê bernameyek li dar xist. Şexsek bi kelegirî li min gerîya û got: ‘Maleke min heye. Heke ez vê malê bifroşim hûn dikarin bigihêjînin malbata Yasîn Borû? Gelo ew vê alîkariyê  qebûl dbkin?” Ji Trabzonê yekî li min gerîya û got ku ‘Subhanellah  li Diyarbekirê mirovên wiha hene? Me efû bikin. Lewra me we wiha nedizanîya.”

Yaman, kesên ku Yasîn û hevalên wî şehîd kirin şibhand kesên mîna kesên ku çawa  dixwazin ku tavê berteref bikin û axavtina xwe wiha domand: “ Di nabeyna wan de tu ferq tûne ye. Ew dijminên merhemeta Yasîn in. Berîya ku Yasîn hê şehîd nebûbû li ser deftera xwe hinek tiştan nivîsî bû. Qala merhemetê kiribû. Ew dijminê vê merhemetê ne. Wan li merhemeta Cûmalî xistin. Wan li hezkirina Xwedê ya Rîyad xistin. Wan li ‘ilm, sebr û teqwaya  mamoste Turan xistin. Belê wan dixwest ku tavê bitefînin, lê hesaba Xwedê cuda bû.”

Bername, bi îlahî û seansa sînevizyonê xelas bû.(ÎLKHA)

 

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir