• DOLAR 32.593
  • EURO 34.859
  • ALTIN 2508.273
  • ...
Li Edenê STK banga biratîyê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

STKyên  ku li Edenê fealîyet û xebatên xwe dikin  destnîşan kirin ku hedef û armancê bûyerên tundîyê yên ku li Tirkîyê diqewimin biratî û aşîtî ye û bi pankartan banga yekîtî û bi hevreyî kirin.

Di pankartên ku hatine daliqandin de nivîsên mîna ‘Biratî, Yekîtî û bi hevreyî, Êdî ji şer re bes e,  Biratîya me ya hezar salî wê tu kes nikaribe xerab bike, Hemd Ji Xwedayê ku me ji hevdû re xistîye bira, Ey ebdên Xwedê bibin bira, Di yekîtîyê de rehmet di cudahîyê de ezab heye’ hatin nivîsîn.

Temsîlkarên STKyan di der barê armanca xebata ku hatîye kirin de destnîşan kirin ku Xwedê Teala temamên mislimanan di bin sîwana biratîya îslamê de li hev civandîye û ev pirsgirêkên ku li nava welêt rû dane encax di vê çarçovê de bên çareserkirin.

Sazîyên Dildar ên Edenê di derbarê mijarê de destnîşan kirin ku ew ê xebatên wan ên di vî warê ‘Biratî’yê de bidomin.(ÎLKHA)

 

 

 

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir