• DOLAR 32.521
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2423.139
  • ...
Tahîr Elçî hat serbestberdan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Baroya Dîyarbekir Tahîr Elçîyê ku hatibû binçavkirin û piştî ku îfade da re bi şerta kontrola edlî hat serbestberdan.

Serokê Baroya Dîyarbekirê Tahîr Elçî di bernameya televzîyoneke taybet de di derheqê PKKê de destnîşan kiribû ku ‘PKK ne rêxistina terorê ye.’ Ji ber vê gotina Elçî,  2emîn Hakîmtîya Cezaya Sulhê ya Bakirkoyê di derheqê Elçî de qerara girtinê derxistibû. Ji ber vê qerarê Elçî di derdora seat 02.20an de hatibû binçavkirin û ji bona standina îfadê wî biribûn Stenbolê.

Elçî bi teleba tewqîfkirinê sewqî mehkemê hat kirin. Mehkeme, ji Elçî re qedexeya derketina derveyî welêt anî û bi şerta kontrola edlî wî serbest berda.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir