• DOLAR 32.585
  • EURO 34.651
  • ALTIN 2502.69
  • ...
Hasan Aşkin, bi Şaxa Ciwanî ya HUDA PARê re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî ya Berpirsyarê Aborî ya HUDA PARê Hasan Aşkin  ji bo ziyaretê hat Êlihê. Piştê ziyaretên xwe bi Şaxa Ciwanî ya HUDA PARê ya Batmanê re hat cem hev.

Aşkin dest nîşan kir ku bandora aborîyê li ser siyaseta cîhanê zêde ye. Ji ber vê yekê Şaxa Ciwanî ya HUDA PARê ya Batmanê ziyaret  kir û di derbarê vê warê de ciwanan agahdar kir û axavtina xwe wiha domand: “ Em wek partî ji ciwanan pir hêvîdarin. Lewra qada me pir fireh e. Heke em rabin qala girîngiya ciwanan bikin bi rûpelan xelas nabe. Ji ber vê yekê bendewariyên me ji we gelekin.

Aşkin di serdana xwe de her wiha got: “Xwedê Teala emrekê bi bereket, bi serkeftin û  bi berdar bide we û di binsaziya partiya me de xizmetên xweş a ku ji bo gel tê kirin bixe nesîbê we.”

Civîn, bi axavtina di nabeyna Alîkarê Serokê Giştî ya HUDA PARê Aşkin  û ciwanan de bi dawî lê hat. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir