• DOLAR 32.347
  • EURO 35.103
  • ALTIN 2321.8
  • ...
Ji Sûrî re ji bo arîkariya mirovahî derî hat vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nexweşxaneyekê bi 100 livînî ya navê Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê hat vekirin. Di vekirina nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Îzetîn Kuçuk û namzedê parlementera Rihayê Farûk Çelîk daxuyanî  dan û destnîşan kirin ku Derîya Sînûrê ya Akçakaleyê ji bo arîkariya mirovahî hat vekirin.

“Akçakaleyê, mêvanperwertiya xwe nîşan da”

Walî Îzetîn Kuçuk diyarkir ku arîkariyên ku tên kirin wê ji Derîya Gumrika Akçakaleyê ve here Sûrî û di derbarê vê warê de navçeya Akçakaleyê rencên herî zêde kişandiye. Gelê Akçakaleyê di derbarê vê mijarê de heqê mêvanperweriya xwe nîşan da. Deriya Gumrikê ya Akçakaleyê jibo vê qasî hat vekirin. Wateya vê ev e: “Di vê çarçûvê de wê bibe wek bazirganiyek lê di demên beriya me de  ez texmîn dikim ku wê derî jibo bazirganiyê bi tevahî were vekirin.”

“Em  têkiliya bazirgantiya xwe ya bi Sûrî re didomînin”

Dûv re Namzedê Parlementerê Rihayê Farûk Çelîk di derbarê vekirinê de axivî û wiha domand: “Ji Sûrî gelek însan hatin. Rihayê, di derbarê vê warê de pir zehmetî kişand lê heke me vê mêvanperwertiyê nekiran  wê kî bikira. Me wezîfa xwe pêk anî ji îro pê ve jî înşealah em ê penaberan bi şiklekê baş bi cî bikin ku tu kes ji wan aciz nebe.

Çelîk di domahiya axavtina xwe de  her wiha got, “Ji ber ku mihatabekê me ya fermî tune em tenê arîkariyên xwe derbasê wê alî dikin. Ji ber ku dewlet tune hûn wê bi çi awayî bazirganî bikin. Ji bo vê yekê me niha sirf ji bo arîkariya mirovahiyê ev derî vekir. Em bawerin ku wê di demekê kurt de derî ji bo ticaretê vebe û ticaret bi şiklekî asayî bidome.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir