• DOLAR 32.555
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2426.831
  • ...
Avahiyên derdora goristana PKKê ya li Licê hat hilweşandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku di operasyonên ku nabeyna 15-17ê cotmehê de li herêmên çiyayî û daristani yên Licê  hatibûn lidarxistin de avahiyên ku li derdora goristana PKKê bûn hatin îmhakirin.

Walitîya Dîyarbekirê di derbarê mijarê  de daxuyanî da. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di nava goristan û noqteyên ku rê lê têne kontrol kirin de bi tevahî 30 kes hatin binçav kirin. Ji alîyekî din ve hat diyarkirin ku li ser wan û wesayîtên wan pêgeran hatiye kirin. Di dawîya pêgeranê çekeke M-16 û 2 heb carcûrên vala, 2 keleşkof û 2 carcûrên keleşkofê yên tîje, 2 damance û 2 carcûrên tîje yên damancê hatin bidestxistin. Di operasyonan de avahîyên derdora goristana PKKê avahîyên ku bi şiklekê  dereqanûnî hatibûn avakirin hatin îmhakirin. Hat diyarkirin ku goristan nehatiye îmha kirin.

Ji alîyek din ve di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di derdorên Yolçati û Dîbekê de operasyon hatine lidarxistin. Di operasyonan de di zevîyan de 6000 kok kenewîr,  400 kg esrar hatiye bidestxistin û kesekî gumanbar jî hatîye binçavkirin.

Hat diyar kirin ku 5 penagehên ku ji teref PKKyîyan ve dihatin emilendin hatiye tespîtkirin. Ji bo girtina 3 kesan jî xebat didomin.  Di mala gunanbara ku hatibû binçavkirin de tehqîqat hat destpêkirin. Di tehqîqatê de tifingeke bêruxset a nêçîrê,  39 tifingên nêçîrê, 1 damance û 3 berikê damancê hat bidest xistin. Di têketina goristana PKKê de 2 teqemenî û 58 heb jî teqemenîyên destî hatin tesbîtkirin û hatin berterefkirin.(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir