• DOLAR 32.349
  • EURO 35.139
  • ALTIN 2307.703
  • ...
HUDA PAR li Hîlwanê malbatên hisûmetdar li hev anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Hîlwana Rihayê ji ber pevçûna ciwanan di naveyna 3 malbatan de hisûmet pêk hati. Serokatîya Navçê ya Hîlwanê ya Partîya Doza Azad dawî li vê  hisûmetê anî.

Her sê malbatên ku li hemberî hevdû hisûmetdar bûn bi bernameyekî di avahîya Serokatîya Navçê ya Hîlwanê ya Partîya Doza Azad de li hev hatin. Serokê Navçê ya Hîlwanê ya HUDA PARê Bedîh Çîftçî,  ji pêşîvanên malbatên hisûmetdar malbatên Neîmî, Karakeçîlî û Kejî beşdarî berameyê bûn.

Xoca Xelîl Cîdal di bernameyê de axavtinek kir û ji malbatên ku li hevdû hisûmetdar bûn re wiha nesîhet kir: “Dinya cihê îmtîhanê ye.Temamên mislimanan birayê hevdû ne. Ji ber vê yekê bira divê li hemberî kêmîn û fitneyên şeytan û hevalên wî hişyar bin.”

Piştî axavtina Xoca, malbat çûne rûyên hevdû û bi hevdû re  musafaha kirin. Bi vî awayî malbatên hisûmetdar li hev hatin. Malbatên ku li hev hatin ji bona bernameya aşîtîyê ji HUDA PARê  teşekkur kirin û memnunîyetên xwe anîn ziman.(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir