• DOLAR 32.377
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2325.606
  • ...
Li Siwêrekê  di ser  DAÎŞê de girtin: 9 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Siwêrekê di derdora şefeqê de serdegirtin li hinek navnîşanan  hat kirin. Hat iddîakirin ku  di serdegirtinê de 9 kesên ku tê îddîakirin têkilîya wan bi DAÎŞê re heye hatin binçav kirin.

Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tendirûstîyê  ji bo pirsyariyê wan şandin Midûrtîya Ewletîya Rihayê. Hat ragihandin ku ev serdegirtinên ku  hatine kirin dumahîya serdegirtinên ku rojên berê li navçê hatibûn kirine.

Dawîya heftîya borî bi hinceta DAÎŞê giştê navçeyê serdegirtin hatibûn kirin. Di encama serdegirtinan  de 11 kes hatibûn binçav kirin. Ji van 11 kesan 5 kes hatibûn girtin.(ÎLKHA)

 


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir