• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li sê taxên Farqînê qedexeya derketina derve hê jî didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Farqîna Diyarbekirê 5emîn car derketina derve hat qedexekirin. Piştî daxuyandina qedexe li Taxên Mescîd, Qonak û  Tekelê li dijî PKKyîyên ku li taxê hendekan dikolin operasyon hatin destpêkirin. Digel destpêka operasyonan cih cih pevçûn û şer dest pê kirin.Her weke ku tê zanîn  berî niha jî çendîn car operasyon li van taxan hatibûn kirin û gelek hendek jî hatibûn girtin.

Li navçê ji ber ku kesên PKKyî barîkat danîbûn û hendekan kolabûn  ji teref Qeymekamtîya navçê ve  doh di seat 12.00an de li Taxên Mescîd, Qonak û Tekelê derketina derve hatibû qedexekirin û li her sê taxan operasyon hatibûn destpêkirin.

Berî niha jî li navçê 4 caran derketina derve hatibû qedexekirin û di pêvajoya qedexê de gelek bûyer qewimîbûn. Di van bûyeran de jî gelek dikan û mal zirar dîtibûn.

Her wiha li Taxên Mescîd, Tekel û Qonakê ji ber bûyerên tundîyê xelkê taxê mecbûr mabû ku malên xwe terk bikin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir