• DOLAR 32.333
  • EURO 35.089
  • ALTIN 2299.121
  • ...
STKyên Rihayî ji şaredarîya DBPyî re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Ortak Fîkîrê ya ku li Rihayê fealîyet dike ji  karîkaturên ku li Hz. Pêxember heqaret  dihatin kirin ên ku ji teref şarerdarîya DBPyî ve hatibûn daliqandin re bertek nîşan dan û destnîşan kir ku ‘Heta niha tu zalim nûra Xwedê Teala nikaribû bitefîne û wê nikaribe bitefîne jî.’

Ji ber daliqandina karîkaturên ku heqaret li  Hz. Pêxember hatin kirin, ji şaredarîya DBPyî re bertek didomin. STKyên Rihayî yên  ku di bin Platforma Ortak Fîkîrê de civîyane di derbarê mijarê de daxuyanîya çapemenîyê dan û  ji ber  heqareta ku hatîye kirin şaredarîya DBPyî şermezar kirin.

Qelabalix li ber avahîya Navenda Kar a Ahmed Bahçivan civîya û daxuyanîyeke çapemenîyê dan. Di daxuyanîya çapemenîyê de pankartên ku pesna Hz. Muhammed (s.a.v) dihat dayîn li ber çavan ketin û her wiha pankartên ku şaredarîya DBPyî şermezar dikirin jî ji  teref kesên ku beşdarî daxuyanîyê bûbûn ve hatin hilgirtin. Di destpêka daxuyanîyê de bênavbir tekbîr hatin avêtin û sloganên mîna ‘Ji bo zaliman bijî cehennem’ hatin avêtin. Daxuyanîya çapemenîyê li ser navê platformê ji teref Perîhan Tayli ve hat xwendin.

Tayli ji şaredarîya DBPyî yê ku afîşan daliqandibû re bertek nîşan da û wiha ragihand: “Ev zihnîyet ji roja ku derketîye holê vir ve namûs û bawerîya xelkê me biçûk dibîne û heqaretan li wan dike. Ev zihnîyet li Diyarbekirê bi daliqandina karîkaturên ku tê de heqaret li pêxemberê me tên kirin armanc û xayeyên xwe eşkere kiriye.”

Tayli bang li HDP û li kesên ku piştgirîyê didin HDPê kir : “An hûnê ji vê niyeta xwe ya nemerdî dest bikşînin û tewbe bikin û têkevin sefên xelkê an jî destê xwe ji pêsîra xelkê bikşînin. Ev zihnîyeta nemerd di demên borî de bi ser neket  ango xalib nebû. Ji ber vê yekê  hûn ê jî xalib nebin. Heta niha tu zalim nikaribûn nûra Xwedê Teala bitefînin û ji îro pê ve jî  wê nikaribin bitefînin.Kesên ku bi Xwedê  Teala û Resûlê Wî re şer kiribin her tim zelil bûne û hûn ê jî zelil û rezîl bibin. Bi aqil bin.”

Piştî daxuyanîya çapemenîyê  kom bêdeng belav bû.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir