• DOLAR 32.579
  • EURO 34.898
  • ALTIN 2438.796
  • ...
PKK di naveyna 3 salan de nêzî hezar qîzikê îxfal kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn  heftîya borî li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê ji teref Midûrîya Polîtîkayên Jinan a Şaredarîya Yenîşêhîrê ve karîkaturên ku heqaret li Hz. Pêxember dihatin kirin bi bîlbordan ve  hatibûn daliqandin. Hat hînbûn karîkaturên ku hatine daliqandin ji karîkaturên ku wan salên borî heqaret li Hz. Pêxember hatibûn kirine.

Afîşên ku li Meydana Îstasyonê  hatibûn daliqandin wek bêtahamulîyê hat nirxandin û ew afîşên ku heqaret li Hz. Pêxember dihatin kirin ji teref xelkê ve di heman rojê de hatin rakirin.

HDP/PKKyîyan ev bû çendîn sal ku hewl didin ji nava xelkê kurd  têgihiştin û şiûra îslamî rabikin û di vî warî de her çi ji destên wan tê dikin.

Sazîyên mîna van him li dijî îslamê û him jî li dijî kevneşopîyên xelkê kurd neyartî kirin. Pankartên ku li ser wan ‘Em ne namûsa tu kesî ne, Namûs kabûsa civakî ye ‘ dihat nivîsîn dane destê dayikên ku ne nizanin binivîsin ne jî bixwenin. Her wiha derktibû holê ku Sirri Sakik bi zorê li qîzeke ku ne kamil bû destdirêjî kiribû û ji ber vê sûcê hatibû darizandin û 9 meh ceza jê re hatibû birîn.

Her weke ku tê zanîn HDP bênavbir têgiha namûsê derdixiste pêş û bi êrîşan ji tecawizê re bingeh avê kir. Her wiha hat hînbûn gelek rêvebirên HDPê ji ber sûca tecawizê di girtîgehan de ne. Ji vê re tenê yek mînak jî M.T ye. M.Tyê ku Endamê meclîsa BDPê , rêvebirê kevin a bajêr a DTPê bû ji ber îddîaya tecawiz kirina qîzeke 16 salî hatibû  tewqîfkirin.

Ji rexê din ve tê îddîakirin PKK di naveyna 20ê îlona 2012an û 20ê îlona 2015an de nêzî hezar qîzikên ku ji 18 salî biçûktir in revandîye serê çiyan û pêşî  wan îxfal kirîye û dûv re jî tecawizî wan kiriye û wan bi zextên ‘Hûn nikarin bi vî halî vegerin malbatên xwe.’ li ser çiya digire.

Fotografên  Mustafa Karasu û Duran Kalkan û kesên mîna wan ên ku bi qizîkên biçûk re hatine kişandin li ser medyaya civakî bê şîrove tên parvekirin. Tê meraq kirin ka gelo Şaredarîyên HDP û BDPyî çima ji van fotografan re bertek nîşan nadin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir