• DOLAR 32.579
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2424.01
  • ...
Li Farqînê derkertina derve hat qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Farqîna Diyarbekirê  li Taxên Mescîd, Tekel û Qonakê ji ber ku PKKyîyan barîkat danîn ser rê di seat 12.00an de  derketina derve hat qedexekirin.

Hêj Farqînîyan birînên xwe nepêçabûn ku ji nû ve cardin kesên PKKyî, barîkatan danîn û rêyan birîn û her wiha dest bi kolana hendekan kirin.Ji ber kolana hendekan di navbera polês û kesên PKKyî de pevçûn derket.

Ji ber pevçûnên ku li navçê derketin polêsan ji wesayîtan bang kirin ku derketina derve hatîye qedexekirin da ku tu kes ji malên xwe dernekeve.

Herî dawî li Farqînê ji ber kolana hendekan 3 rojan derketina derve hatibû qedexekirin. Di pevçûnên ku sê roj domîbûn de gelek mal û kargeh zirar dîtubûn.

Her wiha li  Taxên Mescîd, Qonak û Tekelê jî ji ber pevçûnên dijwar xelk mecbûr mabû ku malên xwe biterikenin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir