• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Behra Egeyê keştî noq bû:12 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Keştîya penaberên ku ji navçeya Ayvacika Çeneqelê bi şiklekî xeyrî qanûnî diçû Girava Mîdîllîya Yewnanîstanê di Behra Egeyê noq bû. Di encama noqbûnê de 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî hatin xelaskirin.

Di encama xebatên ku hatine kirin de 25 penaber ji xeniqînê ji teref Ekîbên Ewletîya Qeraxê ve hatin xelaskirin. Li gor agahîyên kesên ku ji xeniqînê xelas bûne dane di keştîyê de nêzî 52 penaber hebûn.

Hat ragihandin hê jî Ekîbên Ewletîyê ya Qeraxê xebatên xwe didomînin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir