Otomobil gindirî şarampolê: 1 mirî 2 birîndar
Li navçeya Midyada Mêrdînê ji ber ku ajokar hakimîyeta dîreksîyonê winda kir otomobil gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 1 kes mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qeza di derdora seat 20.00an de li ser rêya Midyad û Mêrdînê nêzî taxa Acirliyê pêk hat.
Otomobîla bi plakaya 47 LK 015 a ku ajokarê wê Burak Yilmaz(21) bû dema ku diçû Midyadê ji ber sedemeke hêj nediyar hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û otomobil gindirî şarampolê. Qeza 9emîn kîlometreya rêya Mêrdînê û Midyadê pêk hat. Di encama qezaya ku pêk hat de Burak Yavuz, Şukran A.(17) û Hatîce Ozge Ç.(17) birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Ji kesên birîndar Hatîce Ozge Ç. li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)