• DOLAR 32.596
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2495.215
  • ...
Yasîn Borû û hevalên wî li Dêrika Çîyayê Mazî hatin bibîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Egîtîm-Dera Dêrika Çîyayê Mazî ji bo Yasîn Borû û hevalên wî yên ku par di buyerên 6-7ê cotmehê de ji teref HDPKKyîyan ve hatibûn qetil kirin bername hat lidarxistin. Di bernamê de Yasîn Borû û hevalên wî hatin bibîranîn.

Bernameya ku li sazîya komeleyê hat lidarxistin bi tîlaweta Qur’ana Pîroz a ku Ahmed Akpolat xwend dest pêkir.

Piştî  tîlaweta Qur’ana Pîroz Serokê Egîtîm-Dera Dêrika Çîyayê Mazî Harûn Dag  axaftinê destpêkê kir. Di axaftinê de balkişand li ser bûyerên 6 û 7ê cotmehê. Dag destnîşan kir ku bûyerên 6 û 7ê cotmehê ji ber ku pir xedar û wehşîyane bûn qet nayên ji bîrkirin. Dag di berdewema axavtina xwe de daxwaz kir ku bûyerên wiha wehşîyane carek din neqewimin.

Piştî axaftina Harûn Dag, perwerdekar Ekrem Açilan derbarê  girîngîya şehadet û şehîdîyê de axavtinek kir. Açilan di axavtina xwe de carek din jî bi bîr xist ku şehîdên 6 û 7ê cotmehê ji doza xwe re sadiq bûn û di vê rêyê de xwe fida kirin e. Piştî vê axaftinê bername bi duayan hat dawî kirin.

Di dawîya bernamê de ji ber îlahî û helbestên ku ji teref Xelîl Îbrahîm Tûna hatin xwendin mevan pir hizînin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir