Li Çewlîgê 241 kîlo esrar hat bidestxistin
Li Çewlîgê di lêgerîna ku di nava zevîyekî hat kirin de di bihaya 850 TLyê de 241 kîlo û 400 gram esrar hat bidestxistin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Çewlîgê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di encama xebatên îstîxbaratê de li mewqîya Işikdereya gundê Kilçadirê di nava zevîyekî de 241 kîlo û 400 gram esrar hat bidestxistin.
Her wiha hat ragihandin bihaya esrara ku hatîye bidestxistin nêzî 850 TL ye.(ÎLKHA)