Li Adiyamanê PKKyîyek hat kuştin
Li Adiyamanê cendirmeyan li ser îxbarekî operasyonek li dar xistin , di encama operasyona ku hat kirin de PKKyîyek hat kuştin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Adiyamanê hemwelatîyek ji cendirmeyan re îxbarek kir. Li ser îxbara ku hate kirin cendirme û Ekîbên Harekata Taybet a Polêsan li nêzî Gundê Kayatepeyê li dijî PKKyî yan operasyon dan destpêkirin. Operasyona ku di nîvê şevê dest pê kir de PKKyîyek hat kuştin.PKKyîyê ku digel çekên xwe hat bidestxistin eslê xwe ji Sêrtê ye û navê wî jî Vedat Çakir e.(ÎLKHA)