• DOLAR 32.315
  • EURO 35.115
  • ALTIN 2293.917
  • ...
"Mukafata Heca ku meqbûl be cennet e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê Yekîtîya Medrese û Aliman Mela Wehdettîn Kaya şîret û tewsîyeyan li hecîyên ku ji hecê vegerîyan kir û destnîşan kir divê wezîfeya hecê her tim bi şiûra girêdayê emre Xwedê Teala were eda kirin û mukâfata heca ku maqbûl be cennet e.

Mela Wehdettîn axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha da domandin: “Îbadeta hecê gelekî zêde bi meşaqet e û jê re sebir pêwîst e.Ji ber vê yekê îbadeteke  gelekî girîng e. Ji ber vê yekê Resûlê Xwedê di  hedîseke xwe de wiha dibêje ‘Her kî ji bo Xwedê  Teala wezîfeya hecê eda bike , li wir fasiktîyê, bêhayatîyê û bêedebîyê neke weke ku ji nû ve ji dêya xwe hatîye dinyayê tê hesibandin û ji gunehên xwe seransar paqij dibe.”

 “Li hecê çawa ku şeytan didin ber keviran bi heman awayî divê ew wêlatên ku bi şeytan re hevaltîyê dikin jî bidin ber keviran”

Kaya bibîranî ku hec ji ferzên dînê îslamê  ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hîkmeta herî mezin a hecê evfû bûyîna gunehan e. Mukâfata heca ku meqbûl be cennet e. Di dema ku li hecê şeytanê mezin didin ber keviran  bi heman awayî divê wan dewletên ku bi şeytan re  hevaltîyê dikin jî bidin ber keviran. Divê niyet bi vî awayî be.Tiştê herî xweşik a ku li hecê tê kirin çawa ku şeytan didin ber keviran bi heman awayî fikrên kufrê jî dayîna ber keviran e.”

“ Divê mirov piştî ku şeytan da ber keviran êdî li pey fikrên şeytanî de neçê”

Mela Wehdettîn wiha dawî li axavtina xwe anî: “Mislimanekî/ê ku bi heqê wê wezîfeya hecê eda bike divê bi şiûra ‘Ey Rebbê min! Ez ji bona emrên te amade me û ez soz didim ku ez ê her tim emrên te bi cî bînim’ îbadetên xwe bike.  Piştî vegerîna ji hecê divê hereketên cahilî werin  terikandin û kesên nebaş neyên şopandin.Nexwe îbadeta hecê nemeqbûl e. Xwedê Teala nesîbê me hemîyan bike ku em wezîfeya  hecê bi heqê  wê bi cî bînin û ji sozên xwe re sadiq bimînin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir