• DOLAR 32.426
  • EURO 35.01
  • ALTIN 2324.925
  • ...
Li Agirîyê 4 kes hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Agirîyê duh ji teref HDP/DBPyîyan ve li navenda bajêr daxuyanîyek hatibû dayîn. Di daxuyanîya ku hatibû dayîn de  panqartên li ser wan ‘Em komployan şermezar dikin û silavan li xwerêvebirina gelê xwe dikin` hatibûn vekirin. Ji ber ku di daxuyanîyê de ev panqart hatibûn vekirin di derbarê mijarê de tehqîqet hatibû vekirin û 3 kesên ku têkilîya wan bi mijarê re hebû hatibûn binçavkirin.

Gumanbarên bi navê F.K, M.Ç û M.O piştî pirsyarîya dozgêrîyê, ji ber ‘kirina propagandaya rêxistina terorê` ji teref Dadgerîya Cezaya Sulhê ve hatin girtin.

Ji alîyekî din ve di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Agirîyê ve hatibû dayîn de gumanbarê bi navê A.G. bi gumana ku alîkarîya rêxistinê kiriye û li navenda bajêr bi hevkarên endamên rêxistinê re hevdîtin kiriye hat binçavkirin. A.G. jî ji teref mehkemeya ku lê hatibû sewqkirin ve hat tewqîfkirin.

Her wiha hat hînbûn kesê bi navê F.K ê ku di jêpirsîna nasnameyê de hatibû binçavkirin berî niha ji gelek sûcan ceza xwerîye. (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir