Rûsya li Sûrî êrîşa hewayî li dar xist
Hat ragihand Rûsya cara yekemîn li Sûrî êrîşa hewayî li dar xist.
Rayedarekî ABDyî di derbarê êrîşa ku ji teref Rûsya ve hatîye lidarxistin de ji CNNê re axivî û destnîşan kir ku Rûsya li nêzî bajarê Humusa Sûrî êrîşa hewayî li dar xistîye.
Serokê Îdareya Kremlînê Sergey Îvanov jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ku Rûsya ji ber daxwaza Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed li dijî IŞÎDê operasyonên hewayî wê li dar bixe.(ÎLKHA)