"Edî ji jimartina wan eydên ku bêbavê min derbas dibin westîyam"
Qîza mehkûmê ku ji ber doza îslamî di girtîgehê de ye destnîşan kir kur ew bi salan bêbavê xwe eyd derbas kiriye û hê jî derbas dike.Ji ber vê yekê ji vê rewşê re wiha bertek nîşan da "Êdî ez van eydên ku bêbavê min derbas dibin najimerim,lewra êdî ez ji jimartinê betilîm."
Qîza M.Şerîf Çelîkê ku ji ber doza îslamî di girtîgehê de ye destnîşan kir ku ew bi salan bêbavê xwe eydan diborînin û bal kişande li ser zilma ku li wan tên kirin.
Halîmê Çelîka qîza M.Şerîf Çelîkê ku ji ber doza îslamî hatîye girtin destnîşan kir hê ew nehatibû dinyayê bavê wê ketîye girtîgehê û ew her tim bavê xwe di girtîgehê de dîtîye.Çelîk her wiha destnîşan kir ew tamemên eydan bêbavê xwe derbas kiriye û ji jimartina eydên ku bêbavê we derbas bûne êdî westîyaye.
Halîmê Çelîk axavtina xwe ya di derbarê bavê xwe de wiha da domandin: “Ew kesên ku bavê min têxistine hepsê zendikin em ê bi girtinan dev ji vê dawê berdin .Lê belê ew kes bila bizanibin em ê rêya bavê xwe bişopînin.Heger ew zendikin ku bi girtinên bavên me ew ê dengên wan bên birîn bila bizanibin em ê doz û dawa bavê xwe bang bikin.”
“Êdî ez bang li Serokkomar Recep Tayîp Erdogan nakim”
Halîme Çelîk diyarkir ku ew ê êdî ji bona ku bavên wan werin serbest berdan bang li rayedarên hikûmetê nekin û axavtina xwe wiha da domandin: “ Êdî ez bang li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan nakim.Lewra wiha xuya dike ku ew wan rojên xwe yên di girtîgehê de ji bîr kirîye ku guh nade dengê me.Ji ber vê yekê ez bang li Sumeyye Erdogan dikim Lewra ew jî di rêyên girtîgehê de derbas bûye.Gelo li gor we ewladek dikare bêbavê xwe eydan biborîne?Gelo ew ewlad vî tiştî heq dike? Gelo ewladek serê mehekî tenê seatekî dikare ji bavê xwe têr bibe? Ev tişt qet nemimkûn e. Lewra bavê min qet ji bîra min naçê. Ez ji Rebbê xwe hêvî dikim ku vê eydê jî bêbavê xwe derbas nekim.”(ÎLKHA)