• DOLAR 32.318
  • EURO 35.111
  • ALTIN 2300.388
  • ...
 "Ez dixwazim serokwezîr soza xwe bi cî bîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarîfe Aktaşa ku 85 salî ye û li Erxanîyê dijî  ji sala 1994an vir ve çavên wê li rêya lawê wê ye.

Xaltîya Zarîfe destnîşan kir lawê wê belesebeb têxistine girtîgehê û ew bû çend wext ji ber nexweşîya xwe nikare biçe ziyareta lawê xwe.

Xaltîya Zarîfe di derbarê rewşa xwe û ya lawê xwe de wiha axivî: “Lawê min Şewket berî vê 23

salan bêsûc û bêsebeb xistine girtîgehê. Ji min re gotin ‘Xaltî em ê lawê te bînin’ û wî birin û cardin jî neanîn.Ev bû 23 sal ku lawê min di girtîgehê de ye. Êdî ji ber nexweşîya xwe nikarim biçim ziyareta wî jî.Nexweşîyên cûrbecûr li min peyda bûne. Ji ber van nexweşîyan bû salek û nîv ku ez nikarim lawê xwe bibînim.”

Xaltîya Zarîfe destnîşan kir ew sala borî li Diyarbekirê bi Serokwezîr Ahmed Davutoglu re hevdîtinek kiriye.Zarîfe Aktaş naveroka hevdîtina xwe û ya Serokwezîr Davutoglu wiha anî ziman: “Sala borî Serokwezîr Davutoglu hate Diyarbekirê.Ez çûm ba wî.Ji wesayîtê peya bû û destên min maç kir.Min wê demê jê re got ku lawê min dema 20 salî bû avêtin girtîgehê û ev bû 23 sal ku hê jî girtîye. Ji ber vê gotina min serokwezîr ji min re kenîya û got ku ‘Ez ê lawê te bînim Diyarbekirê.’ Pişt re navê min û yê lawê min ji min pirs kir.Min jî jê re navê xwe û yê lawê xwe û her wiha girtîgeha ku lawê min lê dimîne jê re got.”

Xaltîya Zarîfe di derbarê mijarê de xwest ku bila serokwezîr li ser soza xwe bisekine û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bila lawê min bînin cihekî nêzîk. Xarpêt an jî Sîwerek baş dibe.Ez kulek im.Ji ber vê yekê ez nikarim biçim serdana lawê xwe.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir