Li Pirsusê qezaya trafîkê: 1 mirî
Li navçeya Pirsûsa Rihayê di qezaya trafîkê ya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qeza doh êvarî li derdora 23.00an de li navçeya Pirsûsê pêk hat.Wesayîta bi plakaya 24 EE 193 li bajaroka Alîgorê qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de ajokar Abdulkadîr Çîftçî(45) giran birîndar bû.
Abdulkadîr Çîftçîyê ku birîndar bûbû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê. Çîftçî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)